Neteweyên Yekbûyî: Li Sahel Efrîkayê birçîbûneke zêde heye
Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku li Sahel Efrîkayê herî kêm 10,5 milyon kes birçî ne û pêdivî bi 500 milyon dolaran heye.
Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku li Sahel Efrîkayê herî kêm 10,5 milyon kes birçî ne û pêdivî bi 500 milyon dolaran heye.
Bernameya Xurekan a Dinyayê (WFP) a girêdayî Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku li Sahel Efrîkayê hejmara kesên birçî di sê salan de deh katan zêde bûye.
WFP’ê diyar kir ku ji 10,5 milyon kesan, 1,1 miltyon kes li Bûrkîna Faso, Çad, Malî, Morîtanya û Nîjerê di asteke krîtîk de ne û rewşa wan gelekî xerab e. WFP’ê diyar kir di nava şeş mehan de ji bo ku ew karibin operasyonên alîkariya mirovî bidomînin, pêdiviya wan bi 470 milyon dolaran heye.
WFP û hevkarên wê di sala 2021’an de li 5 welatan alîkarî dan 9,3 milyon kesan. Saziyê 110 hezar hektar erd tevî civakên li herêmê veguherand axa bi bereket.