Rûsya hêzên xwe vedikişîne yan jî zêde dike?
Di daxuyaniyên fermî yên Rûsyayê de tê gotin, ku hêzên li ser sînorê Ûkraynayê vedikişîne. Lê Ûkrayna û DYE berevajî vê yekê dibêjin.
Di daxuyaniyên fermî yên Rûsyayê de tê gotin, ku hêzên li ser sînorê Ûkraynayê vedikişîne. Lê Ûkrayna û DYE berevajî vê yekê dibêjin.
Wezîrê Parastinê yê Ûkraynayê Oleksiy Reznikov îdîa kir ku Rûsyayê 149 hezar leşker li ser sînorê Ûkraynayê bi cih kiriye.
Reznikov got, "Hêzên bejahî di nav de em çavdêriya wê dikin ku hejmara yekîneyên Rûs 120 hezar e. Dema ku hêzên deryayî û hewayî jî li vê bê zêdekirin, ev hejmar digihêje 149 hezar kesî."
Wezîr Reznikov ragihand ku Kiev parastina xwe xurt kiriye û îdîa kir ku nêta wan nîne li hemberî herêmên serxwebûnparêz ên li rojhilatê welêt yan jî Qirimê operasyonê bikin.
Hate ragihandin ku piştî vê daxuyaniyê bombe li herêma Donbassê ya li rojhilatê Ûkraynayê hatiye barandin. Alî hevdu sûcdar dikin.
Rayedarên Ûkraynayê diyar kirin ku hêzên çekdar ên li herêma Donbassê ya alîgirê Rûsyayê bi şev 20 caran agirbest binpê kirine. Rayedarên Donbassê jî ragihandin ku artêşa Ûkranyayê 27 caran êriş kiriye.
Berdevkê Kremlînê Dmîtrî Peskov ji rojnamevanan re axivî û got, "Bûyerên li Donbassê diqewimin cihê fikaran e û ji aliyê potansiyel ve gelekî xetere ye."
Rûsyayê her wiha diyar kir ku di bin çavdêriya Serokdewlet Vladîmîr Pûtîn de wê hêzên stratejîk tatbîqatekê bikin. Tê payin ku di vê tatbîqatê de bi taybetî fuzeyên balîstîk bêne bikaranîn.
Ev bûyer hemû piştî wan daxuyaniyan qewimî, ku Rûsyayê diyar kir dest bi vekişandina yekîneyên xwe yên leşkerî yên li ser sînor kiriye.
Nayê zanîn ku ev rast e, vekişîn heye yan na, yan jî karekî ji rêzê yê rotasyonê ye.
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian fikarên xwe yên li ser vê mijarê eşkere kir û bal kişand ser cudahiya navbera guhertinên hatine eşkerekirin û guhertinên hatine kirin.
Rêxistinên îstîxbaratê yên Emerîkî û Ewropî li gorî dîmenên ji peykê hatine kişandin, diyar dikin ku Rûsya hêzên leşkerî yên li ser sînorê Ûkraynayê zêde dike.
Wezîra Karên Derve ya Elman Annalena Baerbock jî îdîa kir ku Rûsya "bi xwazên ji dema Şerê Sar mayî" gefê li ewlehiya Ewropayê dixwe.
Şemiyê wê li Munchenê welatên G7 wê li ser krîza Ûkrayna û Rûsyayê civînekê li dar bixin.