Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Zanyaran sê gerestêrken wirde keşf kirin

Zanyaran ji quncifîna hîdrojen û okyanûsê pêk hatî celebekî dî yê wirde gerestêrkan pênase kir.

Di xebatê de ku Space.comê weşandiye, li van wirde gerestêrkan ji ber ku bi avê dorpêçayî ye, îhtîmala ku jiyan lê hebe zêdetir e. 

Li van gerestêrkan ku xwedî atmosfereke ji hêla hîdrojenê ve zengîn e, ji bo ku jiyan lê hebe xwedî şertên hewce ye. 

Çavdêriya li gerestêrkên bi navê Hycean ku deh caran li cîhanê ne û karakterîzekirina wan ji cîhanên latî hêsantir e. Salên pêş ji hêla malên çavdêr ên weke Teleskoba Fezayê ya James Webbê ve, dikare were sehkirin bê ka jiyan lê heye yan na.

Ji Zanîngeha Cambrîdgeyê astrofizîknas û pispore wirde gerestêrkan Nîkkû Madhûsudhan ku gotî, ''Heta nih, dema ku mirov gerestêrkên dikare lê bijî dibihîse, bi hişkeyî mirov xeyala Cîhan 2.0'ê dike'' û her wiha got, ji mêj ve ye, lêgerîna jiyanê ya li derveyî cîhanê dêhnê xwe daye ser gerestêrkên weke cîhanê.

Madhusudlan got mirov dema ku li cîhaneke ku dikarin lê bijîn difikirin, xeyala gerestêrkeke xwedî atmosfer û rûzemînê dikin û diyar kir, xebatên ku têne kirin dibe ku çarçoweya xebatan were berfirehkirin.

Her wiha nîqaş tê kirin ku giraniya van gerestêrkên okyanosî dibe ku xwedî pesteke wiha ya zêde bin ku nehêlin jiyan lê bibe.