Madeya 140’an li ser gelê Şengalê veguherî hesabekî nû
Nayîf Şemo, diyar kir ku madeya 140 a Destûra Iraqê ji bo armancên siyasî dîsa hatiye rojevê û destnîşan kir ku PDK’ê û Heşda Şeebî dixwazin li Şengalê li ser gelê Êzidî serdestî bi dest bixin.
Nayîf Şemo, diyar kir ku madeya 140 a Destûra Iraqê ji bo armancên siyasî dîsa hatiye rojevê û destnîşan kir ku PDK’ê û Heşda Şeebî dixwazin li Şengalê li ser gelê Êzidî serdestî bi dest bixin.
Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Nayîf Şemo, çarçoveya dîrokî ya madeya 140 a Destûra Iraqê û çawa aktorên siyasî yên heyî hewl didin vê madeyê ji bo berjewendiya xwe bikar bînin nirxand. Şemo, destnîşan kir ku avahiya civakî ya ku piştî polîtîkayên koçberiya bi darê zorê yên 1975’an çêbûye, îro jî pirsgirêkek e ku li benda çareseriyê ye û diyar kir ku PDK’ê, tevî ku di navbera salên 2003 û 2014’an de li Şengalê çalak bû jî, piştgiriya pêwîst nedaye civaka Êzîdî. Her wiha diyar kir ku Heşda Şeebî stratejiyek wisa dişopîne û hewl dide ku bandora siyasî li herêmê ava bike.
Nayîf Şemo, rave kir ku madeya 140 a Destûra Iraqê ji sê xalên bingehîn pêk tê û bi vî rengî rêz kir:
"Vegera gel bo cihên wan ên kevin û sererastkirina avahiyên demokrafîk
Destpêkirina serjimêriyê li seranserê herêmên bi pirsgirêk.
Destpêkirina referandûmê, da ku gel bi xwe biryara xwe bide ka ew dixwazin girêdayî Bexda bin an Hewlêrê."
Nayîf Şemo, bi bîr xist ku ji sala 1975’an heta 2007’an nêzîkî %80’ê xelkê Şengalî bi PDK’ê ve girêdayî bûn û diyar kir ku ev yek ji ber wê yekê ye ku PDK’ê xwe wekî hêzek nêzîkî civaka Êzîdî nîşan dida. Şemo, destnîşan kir ku PDK’ê berê bi rêya sozan piştgiriya civaka Êzîdî wergirtibû, lê ev soz di pratîkê de nehatibûn bicihanîn.
Di serdema Sedam Huseyîn de, mirov ji malên xwe hatin koçberkirin û ji bo wan deverên nû yên niştecihbûnê hatin avakirin. Ji ber vê sedemê, di sala 2005’an de li ser daxwaza PDK’ê madeya 140’an li Destûra Iraqê hate zêdekirin û armanca wê çareserkirina pirsgirêkên civakî û herêmî bû. Lê belê, di sala 2007’an de, Serokwezîrê Iraqê yê wê demê Nûrî Malikî ev made bêbandor kir û pêkanîna wê rawestand.
ROL Û ARMANCA PDK’Ê
Şemo got, "PDK’ê ji sala 2003’yan heta 2014’an li deverên aloz ên Şengal û derdora wê serdest bû, lê di vê demê de ti hevgirtinek rastîn bi gel re nîşan neda."Şemo, diyar kir ku tenê tiştê ku PDK’ê pêşkêşî gelê Êzidî kir înkarkirina nasnameya Êzidî bû û nakokî di navbera civaka Êzidî û gelê Ereb ên derodorê de kûrtir kir.
Di berdewamê de Şemo got, “Her çend PDK’ê di demên berê de di bicîhanîna madeya 140’an de nekarî tiştek bike, niha bi atmosfera hilbijartinê vê madeyê dixîne rojevê. Armanc ew e ku dengên gelê Êzidî bi dest bixe û wan dîsa bixe bin kontrolê. Niha PDK’ê bi hemû hêza xwe hewl dide ku wargehên Êzidiyan kontrol bike û madeya 140’an veguherîne propagandaya hilbijartinê. PDK’ê, ku li parêzgeha Mûsilê ofîsên xwe li ser vê madeyê vekiriye, plan dike ku li Şengal jî heman tiştî bike. Armanca rastîn a PDK’ê ne alîkariya Êzidiyên bêçare ye; ew e ku wan bi îradeya xwe ve girêbide û wan bixe bin kontrola xwe.”
HEŞDA ŞEEBÎ JÎ DI LÎSTIKÊ DE YE
Xalek din a girîng ku Nayîf Şemo balê dikişîne ser ev e ku ne tenê PDK’ê, di heman demê de Heşda Şeebî jî bi heman armancê tevdigere û got, “Bi taybetî di hilbijartinên parêzgehê de, Heşda Şeebî bi berhevkirina dengên hemû kêmneteweyan - Êzîdî, Şebek û Xiristiyanan - serdest bû. Niha ew di hilbijartinên parlemanî de jî armanc dikin ku serketinek wisa bi dest bixin.”
Şemo, vê nakokiya di navbera PDK’ê û Heşda Şeebî de wekî "şerekî her du aliyan" bi nav kir û got ku gel di xeweke giran de ye. Ger gelê Êzîdî vê lîstikê fêm neke, ew ê dengên xwe radestî yek ji van hêzan bikin."
LI ŞENGALÊ YEKÎTIYA PARTÎ Û ALIYÊN SIYASÎ
Şemo, got ku ew înîsiyatîfa "Doza Êzdiyan", ku yekîtiya partî û hêzên siyasiye pîroz dibînin û got ku weke MXDŞ’ê heta dawiyê piştgirî didinê. Şemo got, “Lê şaşiya wan ew bû ku ger xwe ji bo kota bi rêxistin kiribana, wê kotaya Êzdiyan bi dest xistibana. Niha di vê rewşa heyî de û weke li ber çavan e, Kotaya Êzdiyan ji destê wan hatiye derxistin û şerekî mezin li ser tê meşandin."