Yek ji mezintirîn dûvstêrk wê di nava sîstema me ya rojê de derbas bibe

Piştî 10 salên din wê li ezmanan bûyerek biqewime ku di temenê xwe de em ê yekemcar bibînin. Yek ji dûvstêrkên ehrî mezin wê di nava sîstema me ya rojê de derbas bibe.

Zanyaran di destpêka vê salê de dûvstêrka Bernardinelli-Bernstein keşif kirin ku herî kêm bi 100 kîlometreyî berfireh e.

Dûvstêrkek normal derdora 10 kîlometreyî ye.

Zanyaran ji ber vê mezinahiyê, dûvstêrka ku meha Hezîranê keşif kirin, destpêkê texmîn kiribûn ku gerstêrekeke biçûk e.

Niha li fezayê nêzî 29 yekeyên astronomîk (AU) hene ku li nava ewrê Oort ê ji qeşayê ye.

AU'yek bi qasî mesafeya navbera rojê û cîhanê dûr e.

Heta bigihêje nêzî me wê demeke dirêj derbas bibe. Sala 2031'ê wê nêzî cîhanê bibe. Wê bigihêje dûrahiyek ji 11 AU ya ji rojê.

Dorhêla ku lê difitile ewqasî dirêj e ku herî dawî dema ku ji ber cîhanê derbas bû hingî mirovahî tune bû. Herî dawî beriya 3.5 milyon salî nêzî rojê bûbû û hîn jî bi 18 AU dûrî rojê bû.

Di vê bûyerê de ku mirov di vê jiyanê de tenê carekê dikare şahidiyê jê re bike, dema ku dûvstêrk derbas bû bi teleskopeke baş dikare bê dîtin.