Werîsê herî kevin berî 50 hezar salî ji aliyê mirovên Neandertal ve hatiye çêkin

Li şikeftekî li bajarê Ardeche ya Fransayê parçeyek werîz hate dîtin. Li gorî lêkolîneran mirovên Neandertal dizanî werîs çêbike.

Heta roja îro mînaka werîzê herî kevin, li şikefta Abrîs du Maras a li Ardecheyê hatiye dîtine. Xwedî dîrokekî 50 hezar salî ye.Li gorî nûçeyeke ya kovara Natûre, ev werîs ji aliyê mirovên Neandertal ve hatiye çêkirin.

Di nûçeyê de baş dide nîşandan ku bê ka çiqasî werîs girîng e. Di vê keşfê de Neandertalan lîf dîtine û dizanin werîsan jî çêbike.

Bi vê yekê ne tenê werîs, heman demê cil, çente, tor jî çêkirine. Ji Konyon Collega Ohîoyê Brûce Hardy ê daxuyaniyek ji kovara News Scîentîst a Îngilîs re dayî, gotiye: “Heta ku ev gava yekem nehatiba pêkanîn, nedikarîn yek ji van jî bên çêkirin.”

Tîma Hardy di kolandinên li şikeftên demeke dirêj Neandertal lê jiyabûn de, li cihekî kûr bi qasî 3 metreyan parçeyek kevirê tuj necirandî ku tê texmînkirin weke amûrekê bikar dianî ya berî 50 heta 41 sal berê niha, dîtine.

Di encama lêkolîna bi rêya mîkroskopê ya li ser vî kevoirî, derket holê ku bi werîseke dirêjiya wê 6 milîmetre, 0,5 milîmetre stûr ve zeliqiye. Hate diyarkirin ku kordoneke ku ji sê lîfên ku hatî raçandin pêk hatiye. Brûce Hardyd got: “Dema ku îro jî em parçeyek werîs kom dikin, tişta hûn bibînin bi teqez ev e. “

Nayê zanîn ev amûr ji bo çi dihate bikaranîn, lê tê texmînkirin ku parçeyek têl e.

Berî vê keşfê werîsê herî kevin berî 19 hezar salî hatibû dîtin. Ev keşfa li Îsraîlê hate kirin, bi mirovê mordern re hatibû şibandin. Keşfa li Ardecheyê jî vê pirsê dixe bîra mirov; Gelo mirovên modern hinek kêrhatiyên xwe ji Neandertalan fêr bûye?