Terora dewletê: Serdegirtina li zêdeyî 100 malî

Li Amedê biryara girtina 105 kesî hate dayin û ji bo vê jî li gelek bajaran avêtin ser zêdeyî 100 malî.

Li gorî agahiyan, di çarçoveya lêpirsînekê de ya bi îdîaya "fînansmana rêxistinê" hate destpêkirin, biryara girtina 105 kesî hate dayin.

Di serî de li Amedê, serê sibehê li Stenbol, Enqere, Edene û Aydinê avêtin ser zêdeyî 100 malî.

Li Amedê hêzên dewletê avêtin ser malên li gundên navçeyên Licê, Hezro û Karazê.

Di serdegirtinan de yên li gundê Helhel ê navçeya Hezroyê û gundê Nenyas ê navçeya Licê leşker hatin bikaranîn.

Di serdegirtinan de gelek mal hatin talankirin û tundî li şêniyan hate kirin.

Li her du gundan Hasil Tekîn, Cevdet Tekîn, Yahya Tekîn, Onder Yildirim, Yûsûf Yildirim, Mûstafa Toprak, Metîn Çakir, Nevzet Demîrhan, Vedat Çakir, Sedat Çakir, Vedat Çakir, Metîn Çakir û Şemsettîn Çakir hatin destgîrkirin.

Nayê zanîn ku heta niha bi giştî çend kes hatine destgîrkirin. Rayedarên dewletê jî heta niha ti daxuyanî nedane.