Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewşa awarte ragihand

Li hemberî gefên dagirkeriya dewleta Tirk, îro Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li herêmên xwe rewşa awarte ragihand.

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewşa awarte ragihand.

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de ev tişt hate diyarkirin

“Li gorî pêdiviyên berjewendiya giştî, ji ber gefên domdar ên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi hemû cureyên çekên giran, balafirên bêmirov ên biçek, sivîlan û binesaziya herêmê wekî nexweşxane, îstasyonên elektrîk û avê, saziyên sivîl dike hedef. Dagirkeriya Tirk dixwaze ku herêmên din ên Sûriyeyê dagir bike, guhertina demografîk pêk bîne, şêniyên resen bide koçberkirin ku pê re dê rewşa ewlehiyê tevlihev bibe û pêleke koçberiyê pêk were. Ev rewş wê bi awayekî yekser bandoreke neyînî li destkeftiyên Rêveberiya Xweser bike ku bi saya fedakariyên zarokên pêkhateyên resen û kevnar ên Sûriyê yên li dijî terorê ev destkeftî hatine qezenckirin. Her wiha dê bandorê li parastina ewlehî û yekitiya xaka Sûriyeyê jî bike. Piştî ku dewleta Tirk a dagirker di şerê xwe yê bi rêya rêxistinên terorîst ên tundraw li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi bin ket, bi awayekî yekser berê xwe da dagirkirina xaka Sûriyeyê.

Ji lew re, li gorî hikumên rêgeza sereke ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê, Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê roja çarşemê (6 Tîrmeh 2022) civîneke awarte li dar xist, piştî erêkirina endamên meclisa giştî ev biryar hatin dayîn.

BIRYARÊN REWŞA AWARTE

1. Li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewşa awarte hate ragihandin.

2. Hemû meclis, komîte û saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiyên Xweser û Sivîl ji bo amadekirina planên rewşa awarte û gefên li ser herêmê wê werin agahdarkirin.

3. Ji bo parastina gel û herêmên Rêveberiya Xweser hemû derfet wê werin bikaranîn.

Bikaranîna hemû derfetan ji bo xizmeta parastina gel ji êrişeke dijminane ya li dijî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Divê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser û meclisên rêveber ên rêveberiyên xweser û sivîl di projeyên xwe de girîngiyê bidin sekinandin û şikandina gefên li ser gel û herêmê.”