Ji bo nûçegihan Rizgar Adanmiş li Qamişlo merasîm tê lidarxistin

Ji bo nûçegihanê ANHA û Stêrk TV Rizgar Adanmiş û şehîdê Asayîşê Elî Zoro li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişloyê merasîmeke bi heybet tê lidarxistin.

Ji bo nûçegihanê ANHA û Stêrk TV Rizgar Adanmiş û şehîdê Asayîşê Elî Zoro li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişloyê merasîmeke bi heybet tê lidarxistin.

Dayika şehîd Rizgar û xwişka wî tevî bi sedan hevrêyên wî yên çapemeniyê ji herêmên Bakurê Sûriyeyê û gelê Qamişlo tevlî merasîmê bûn. Merasîm di van kêliyan de li goristanê dewam dike.

Nûçegihan Rizgar Adanmiş 12'ê Cotmehê li gundewarên Dêra Zorê di encama êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê ya li ser sivîlan de birîndar bûbû û tevî hemû hewldanên bijîşkan jî roja 18'ê Kanûnê şehîd bûbû.