QSD’ê bîlançoya sê rojan eşkere kir

Navenda Ragihadinê ya QSD’ê bîlançoya êrîşên 3 rojên dawî yên dewleta Tirk û çeteyên wê ragihand. QSD’ê diyar kir ku li herêmê êrîşên dagirkeran didomin.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya êrîşên 3 rojên dawî yên li dijî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuniyeke nivîskî ragihand.

Di daxuyaniya QSD’ê de ev tişt hate gotin;

“Planên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmê didomin. Balafirên ÎHA li herêmê bê navber digerin û gelek jîngehên sivîlan bombe dikin.

ZIRGAN (EBÛ RASÊN)

Artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran û topên hawanan gundên Îngel Hewa û Til Werîd bombe kirin. Di encama bombebaranê de ziyan gihişte malên gel.

TIL TEMIR

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundên Rîhaiyê, Til Şeîr, Fêseliyê û Erîşa yên Meclîsa Leşkerî ya Suryan kirine hedef. Meclîsa Leşkerî ya Suryan di bingehhê parastina rewa de bersiv da êrîşan û 2 çete kuştin. Di heman demê de di bombeberana dagirkeran de zirar gihişte malên gel.

EYN ÎSA

Artêşa Tirk a dagirker û komên çete êrîşên xwe yên dagirkeriyê li herêmê didomînin. Artêşa dagirker a dagirker û çeteyên we, bi çekên giran, obus û hawanan gundên Qiz Elî, Tibêna, Sewame, Sarûnc û Xefiya bi dijwarî topbaran kirin. Di topbarana artêşa dagirker de ziyana maddî di mal û milkên welatiyên herêmê de çêbû.

Di encama van êrîş û topbaranên ku artêşa dagirker li dar xistine de, gelek ziyanên maddî gihişte mal û milkên sivîlan. Her wiha di şerên cuda de 2 şervanên me ku birîndar bibûn, şehîd bûn.