Qijikên biçûk ên 'Demokratîk' ji bo biryarê bidin deng bi kar tînin

Zanyaran keşif kirin ku qijikên biçûk ji bo ku biryar bidin bê ka wê kengê dest ji cîhê xwe berdin pêvajoyek "demokratîk" bikar tînin.

Hate zanîn ku bi hezaran qijikên biçûk di zivistanê de sibehan ji nişka ve ber bi ezmanê ve radibin û ewrekî reş yê çêkirî û dizivîre diafirînin.

Lêkolîneran niha kifş kirine ku çûk dema ku dixwazin veqetin gazî dikin.

Piştre dema ku deng digihîje asteke krîtîk çûk difirin û diçin.

Profesorê veguherîn û pêşveçûna zanînê li Zanîngeha Exeter, ji BBC News re ragihand bê ka çawa heywan biryarên komî didin, "Dema ku çûkek digere, deng dide yan radigihîne ku ew dixwaze veqete."

Biryara kolektîf a veqetînê xwe dispêre du tiştan; ya yekem mezinahiya deng e û ya duyem jî kreşendo yan jî asta deng çiqas zû zêde dibe ye.

Dema ku çûk digihêjin lihevhatinekê, di nava pênc saniyan de bi hezaran çûk ji darê difirin. Lekolînvan dibêjin dema ku deng bi lez zêde dibe, çûk zûtir vediqete.

Ji bo çavdêrîkirina tevgera çûkan, zanyar li Cornwallê cîhazên qeydê yên deng li darên ku qijik di du zivistanan de lê disekinin bi cih kirin.

Lêkolînerê ku ji aliyê xwendevanê xwedî lîsansa bilind Alex Dîbnah, deng analîz kirin û deng bi demên ku çûk ji daran vediqetin re dan ber hev.

Ji bo ceribandina daneyên bi dest xistinî, zanyaran guhdarî dengê tomarkirî yên qijik kirin û dîtin ku yê vediqete bersivê didin dengan û hema bêje şeş deqe berê veqetiya ye.

Li şûna wê dema ku dengê bayê lê dihat lêxistin, çûk veneqetiyan; ev yek nîşan dide ku qijik bi taybetî ji qerebalixiya deng zêdetir bi taybetî bersivê didin bangan.

Prof Thornton diyar dike ku dibe ku çûkên din jî bi heman rengî tevbigerin, lê zanyar hêj ev yek bi hûrgulî lêkolîn nekirine.

Her wiha dibêje ku vedîtin wê alîkariya zanyaran bikin ku bandora çalakiyên mirovan li ser nifûsa heywanan fam bikin.

Mirov bi zêde karanîna ronahiyê û deng ve ku dikare destwerdana kêrhatiya ajalan a ji bo danûstandina bi hev re bike, her ku diçe çûkan nerehet dike.

Profesor Thornton dibêje: "Komek mezin ê qijikan li nêzî bajarokek an rêyek qelebalix bifikirin. Ger çûk nikaribin hevûdu bibihîzin û nikaribin li hev bikin ku bi hevre veqetin, ev dikare bandorek mezin li ser nifûsa wan bike."

Lêkolîn di kovara Cûrrent Bîology de hate weşandin.