Okyanûs pir germ dibin

Zanyaran gotin okyanûs ji ya ku lê difikirîn zêdetir germ dibin. Okyanûs weke nîşaneya germbûna global têne nirxandin.

Pispor ji 2014'an û vir ve şaş mane. Tê gotin germbûna okyanûsan a ku hatiye pîvan ji pêşbîninya modêlên avûhewayê zêdetir in.

10'ê Kanûna 2018'an di kovara Scîenceyê de lêkolîn hatibû weşandin. Piştî ku encamên 4 lêkolînên ji 2014'an ve kirin yek, derkete holê ku modêlên avûhewayê yên ku hatine bikaranîn ne zelal in û pîleya germbûnê kêm nîşan dane.

Ji Zanîngeha Kalîforniyayê ya Berkeleyê Zeke Hausfather ji kovara  Scîence re got, "Heke hûn dixwazin têbigihên bê ka germbûna global li kû derê ye, li okyanûsan binerin."

Hausfather got, "Germbûna okyanûsan nîşaneyeke girîng a germbûna global e. Delîl di dest me de hene ku ev germbûn ji ya ku me pêşbîniya wê dikir zêdetir e."