NASA wê nêzî cismekî dema destpêka Pergala Rojê bibe

Sondayeke Ajansa Fezayê ya Emerîkayê (NASA) bi xwenêzîkirina cismekî ezmanî ya bi navê Ultama Thule,  ya ku 6.4 milyar kîlometre dûrî cîhanê ye, wê gaveke dîrokî bavêje.

Sondaya fezayî ya bi navê ''New Horîzons'' a NASA'yê, 1'ê Çile saet 05.33'yan wê 3.500 kîlometreyî nêzî cismê ezmanî yê bi navê Ultîma Thule bibe. Ev rêwîtî ji rêwîtiya 2015'an a ber bi Plutonê sê caran zêdetir e. Heta niha ti amûreke fezayê ev çend dûr neketibû.

Ji zanîngeha John Hopkînsê Hall Weaver got, ''Bi rastî jî ev cismekî herî dêrîn e ku amûreke fezayê xwe nêzîkî wê kiriye''.

Zanyar nizanin bê ka ew cisma navborî bi çi mezinahiyê ye lê texmî dikin ku ji gerestêrika herî biçûk Plûtonê pênc caran mezintir e.

Ji ber sedema ku li derdoreke wiha ya bi germahiya negatîf e, bawerî ew e ku cismê ezmanî yê bi navê Ultîma Thule xwe parastiye. Weaver got, ''Bi rastî jî yek ji bermaya destpêka Pergala Rojê ye''.

Ultîma Thule li Rêya Kuîperê ye. Ev der wiha tê zanîn ku qada wan gerestirêkokan e ku ji rêgeha gerestirêka Neptûnê û Plûtonê dûr dikevin. Ji ber sedema ku bermayên çêbûna gerestirêkan li ser wan hene astronom ji vê rêyê re ''embara'' Pergala rojê dibêjin.

Rêya Kuîper ku 1990'î hatibû keşifkirin 4.8 milyar kîlometre dûrî Rojê ye. Yek ji berpirsê New Horîzons Alan Stern got li ser rêya navborî bi milyaran cismên ezmanî yên mîna Ultîma Thule û stêrikên bidivûik hene. Stern got, ''Ji bo me kesên ku têkilî zanyariya gerestêrkan pir girîng e, ji ber ku ev qada Pergala Rojê ya ku ev çend dûrî rojê ye, şertên orjînal ên beriya bi 4,5 milyar salî diparêze. Dema ku Ultîma ji wir derbas dibe, em dikarin çavdêrî lê bikin bê ka tiştên destpêkê dişibin çi.''