Mirov û robot wê çawa ji hev bên derxistin?

Karê li ser robot û aqlê hilberandî tê kirin gelekî zû bi pêş ve diçe. Dibe ku di demeke nêz de mirov û robot ji hev neyên derxistin.

Gelo dema ku robot tevlî jiyana mirovan bû û gelekî şibiyan mirovan, wê rewş çawa be? Dibe ku bi zor û zehmetî ji hev bên derxistin. Lêkolîner dibêjin, wan rê û rêbazek dîtine ku mirovan û robotan ji hev cihê dike.

John McCoy ê ji Zanîngeha Pensîlvanyayê û Tomer Ûllman ê ji Enstîtiya Teknolojiyê ya Massachûsettsê (MIT), di çarçoveya van pirsan de anketek çêkirin. Encamên berfireh ên lêkolînê wê li hejmara meha Mijdarê ya kovara Journal of Experimental Social Psychology werin weşandin.

Lêkolîneran hewl dan taybetmendiyên însanî yên însanan fêhm bikin. Bi vê armancê, hezar mirovên dilxwaz tevlî vê anketa taybet bûn.

Di vê çarçoveyê de ji beşdaran hate xwestin, li rewşeke ku divê taybetmendiyên xwe yên însanî îspat bike, sermeselê; li rewşeke ku jiyana xwe rizgar bike, bifikirin. Beşdarên dilxwaz gotinên ku wan û robotan ji hev cihê dikin, anîn ziman.

Li gorî lêkolerîneran, 76 ji sedî yê beşdaran li gotineke ku kelecanî ya jî rewşa wan a derûnî nîşan dide, geriyan. Piştre hemû gotinên hatin bilêvkirin di nava kategoriyan de hatin dabeşkirin.

Ev gotinên hatin tespîtkirin jî dûre ji 2 hezar mirovên din hatin pirsîn. Gotina ku di encamê de bi ser ket, lêkolîner matmayî hişt. Beşeke mezin a mirovan destnîşan kirin ku gotina mirovan ji robotan cihê dike gotina "kaka" (caca) ye.