Li Endonezyayê cûreyekî nû yê mirovan hate dîtin

Li Endonezyayê, DNA'ya ji îskeletekî hate wergirtin, cûreyekî nû yê mirovan eşkere kir.

Li Endonezyayê îskeletê 7200 salî ji aliyê lêkolînerên navneteweyî û Endonezyayî ve hatibû dîtin.

Tê gotin, îskelet ê jineke 17-18 salî ya nêçirvan e.

DNA'ya vî îskeletî bû sedem ku teoriya koçberiya mirovan a ber bi girava Wallaceayê ji nû ve bê nirxandin.

Hate ragihandin ku ev îskelet ne yê cûreyê mirovan ê heta niha naskirî ye.

Li gorî nûçeya di kovara Journal Nature de hate weşandin, îskelet li şikefta Leang Panninge ya girava Celebesê di pozîsyona cenînê de binaxkirî hatiye dîtin.

Arkeologên ji çanda Toaleanê navê Besse li vê jinê kirin. Tê texmînkirin ku ev cûreyê mirovên ji çanda nêçirvanî berhevkariyê li başûr rojavayê nîv girava Sulawesiyê di navbera salên 8000 û 1500'î de bûn. Ev keşif têkildarî koma navborî keşfa destpêkê ye.

Karê n li vê herêmê sala 2015'an dest pê kir. Ji Zanîngeha Griffith a Awûstralyayê arkeolog Adam Brumm got, "Yekemcar me ji nava bermahiyeke ewçend kevn de DNA bi dest xist."

Di encama analîza li ser DNA'yê de hate tespîtkirin ku jin a nêçirvan û berhevkar ji heman koma Aborjînên Papûa û Awûstralyayê ye.

Arkeolog Brumm got, "Ev keşif nîşan dide ku agahiyên me yên li ser bicihbûna mirovên destpêkê li girava Wallaceayê çiqasî kêm e."

Zanyar dixwazin ku bi analîzên nû yên genetîk, derfetên xwegihandina şopdarên vî cûreyê nû yê mirovan ê li girava Endonezyayê hatiye dîtin, peyda bikin.