Lazereke ku ewran qul dike hate afirandin

Zanyarên Cenevreyî ji bo ragihandina bi lazerê ya bi rêya peykê hêsan bike, rêbazeke nû afirandin. Zanyaran lazereke ku ewran qul dike afirandin ku ev yek beriya niha nepêkan bû.

Fîzîkgerên Zanîngeha Cenevreyê lazereke ku bi 1500 pîleyê tînê dide kifş kirin. Bi rêya vê lazerê ewrên ku beriya niha li pêşiya ragihandinê asteng bûn, êdî nema dibin asteng.

Lazera navborî weke pêleke şokê li ewran dide û dilopên avê yên ku li hewayê dibin ewrê barandê ji hev belav dike. Bi vî rengî kuneke ji çend santîmetreyî li nava ewr vedike û jê derbas dibe.

Ji bo vê jî, destpêkê berê tîrêja germ didin ewr û piştî ewr qul kirin, lazera ji agahiyên ragihandinê pêk tê, ji kuna hatiye vekirin tê şandin. Ev teknolojî niha li ser ewrên biçûk ên cerebegehan hatî çêkirin hatiye ceribandin û encam girtiye.

Zanyar dixwazin vê yekê li ser ewrên ku beraya wan digihêje kîlometreyekê biceribînin. Bi rêya vê keşfa nû êdî wê mercên hewayê li pêşiya ragihandinê nebin asteng. Tê payîn ku ji sala 2025’an û pêde ev teknolojî bikeve meriyetê.

Di mercên heyî de radyofrenkans, daxwaza zanyariyan a ku bi rojane di meriyetê de ye pêşwazî nake. Dirêjbûna pêlê, kalîteya daneyên tên şandin asteng dike, an jî kêm dike. Her wiha ev pêl bi hêsanî ji hêla kesên din ve dikare werin girtin û ev jî ji bo ewlehiyê dibe kêşeyek.

Bi rêya peykê ragihandina bi lazerê, bêyî ku qenal girêdayî bin ji radyofrenkansê 10 hezar car zêdetir zanyariyan hildigire. Bi vê rêyê dikare ragihandin di asteke bilind de bi ewle tenê ji kesekî/ê re jî zanyarî bên şandin.