Huner derman e: Kêmbûna hunerê zêdebûna depresyonê ye

Gelek zanyar û doktorên li Ewropayê hemfikirin ku kêmbûna aktîvîteyên hunerî yên ji ber şewbê, mejiyê mirovan ji fêdeyê bêpar maye.

Vê sala dawî şewbê bandoreke giran li aktîvîteyên çand û hunerê jî kir. Li gorî zanyaran, hebûna aktîvîteyên hunerî di asteke mezin de bandorê li tenduristiya mirovan dike.

Li gorî Radek Ptak ku profesorekî norolojî ye li Zanîngeha Cenevreyê, aktîvîteyên hunerî gelekî fêdeya xwe ji mejî re hene. Ptak got, "Dema ku em berhemeke hunerî dibînin a ku bandorê li me dike, hingî gelek aliyên mejî dikeve nava liv û tevgerê; ji vîzyonê heta kêfxweşiyê gelek alî dikevin nava tevgerê" û girîngiya hunerê ya ji bo mejî destnîşan dike.

ÊŞ KÊM DIBE, MIROV ARAM DIBE

Li gorî nurolog Pîerre Lemarqûîs jî ku bi navê 'Hunera başkirinê' gotarek nivîsî ye, aktîvîteyên hunerî di belavkirina dopamînê li mejî, bi roleke diyarker radibe. Lemarqûîs bi bîr xist ku dopamîn jî coş û daxwaza ji bo kirina tiştekî dide mirovan û anî ziman ku aktîvîteyên hunerî her tim êşa mirovan kêm dike, fikar û gumanan kêm dike, morfîna endojen li mejî belav dike û mirovan pê aram dike.

KÊMBÛNA HUNERÊ DEPRESYON ZÊDE KIR

Lemarqûîs ragihand ku li gorî bandora biyokîmyewî ya hunerê, huner tê wateya dermên.

Pîerre Lemarqûîs ragihand ku bi şewba dawî re qedexeya li ser muzeyan, sînemayan, pêşangehan û gelek aktîvîteyê din ên çandî û hunerî, 'daxwaza liv û tevgerê' ya li mejiyê mirovan kêm kir. Li gorî Lemarqûîs zêdebûna depresyonê di dema şewbê de pêwendiya xwe yekser bi kêmbûna aktîvîteyên hunerî heye.