Hevserokên nû yên KNK’ê hatin hilbijartin

Ahmet Karamûş û Zeyneb Mûrad Sahrab bûn hevserokên nû yên KNK’ê.

KNK’ê di kongreya xwe ya 19’emîn a asayî de hevserokên xwe yên nû hilbijart. Ahmet Karamûş û Zeyneb Mûrad Sahrab bûn hevserokên KNK'ê.

Hejmara endaman berê 300 bû lê ji ber daxwazan hejmara endaman bû 350. 15 kes jî ji bo Rêveberiya Kongreya KNK’ê hatin hilbijartin.