Heke zarok zêde li ber ekranê bimînin, mejiyê wan diguhere

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li ser zarokan lêkolîneke berfireh hate kirin. Di lêkolînê de hate diyarkirin ku zarokên zêde li ber telefon, tablet û lîstikên vîdeoyê dimînin, di mejiyê wan de guherîn pêk tê.

Li gorî lêkolîneke Enstîtuya Tendirustiya Neteweyî ya Amerîkan (NIH) zarokên ku ji 7 saetan zêdetir li ber telefon, tablet û lîstikên vîdeoyê dimînin, di mejiyê wan de guherîn pêk tê.

Di vê lêkolînê de li ser 4 hezar û 500 zarokên 9-10 salî hate sekinandin. Di lêkolînê de derket holê ku di mejiyê zarokan de dopamîn zêde dibe ya ku hesta xweşbûnê ava dike. Di lêkolînê de li MR’an hate nihêrin û derket holê ku di mejiyê zarokan de şopên cihê tên dîtin.

Dr. Gaya Dowlîng ya ku di lêkolînê de cih girtibû, diyar kir zarokên ku zêde li ber tablet û telefonan dimînin serebral korteksa wan zûtir zirav dibe. Serebral korteks, zanînên ku ji 5 loban tê dinirxîne.

Dowlîng diyar kir ku ziravbûna serebral korteksê tê wateya kalbûn û pîrbûnê û bal kişand ser vî tiştî ku hê wan fêm nekiriye ku ev ji bo zarokan baş e yan na.

Di çarçoveya lêkolînê de dema ku 11 hezar zarokan li hesabên înstagramê nihêrîne, MR’ên mejiyên wan hatine kişandin. Di lêkolînê de tê diyarkirin ku daxwaza bikaranîna medyaya civakî ji pêdiviya eleqebûna bi xwe re wêdetir, bi awayekî hîsterîk û ji nişka ve pêk tê.