Gerdûn li qada Higgsê ava bû

Gerdûna ku di encama Teqîna Mezin de dest pê kir, li qada Higgsê veguherî rastiyê, ava bû.

Sala 2013'an li Navenda Fîzîkê ya Partîkulan a Ewropayê (Cern) ceribandinekê dest pê kir. Armanca esasî ya vê ceribandinê ew bû ku bê fêhmkirin, bê giraniya madeyê çawa çêbûye, avaniya madeyê çawa ye û hêza ku madeyê, her wiha hêza ku madeyê bi hev re dihêle çawa ye.

Di encama vê ceribandinê de ku sala 2019'an qediya, perçikên cuda li qada Higgsê bandor li hev kir û hate tespîtkirin ku perçikên navê bozon lê tê kirin û giraniyê dide madeyê diafire.

Bi vî rengî hate tespîtkirin ku mekanîzmaya Higgsê giraniyê dide perçikên bingehîn. Vê yekê di heman demê de teoriya guharbariya taybet a Einstein, lewma jî modela gerdûna Big Bengê piştrast dikir.

Bozonê Higgs weke 'qada Higgs'ê tê pênasekirin. Qada Higgsê tê wateya temamiya qada gerdûnê û li vê qadê jî mekanîzmaya Higgsê dixebite.

Hemû perçikên li cîhana Qûantûmê jî di nava vê qadê de tevdigerin.

Li qada Higgsê ku gerdûn bi temamî di nav de ye û nayê dîtin, perçikên ku giraniyê diafirîne bi lezên ji hev cuda tevdigerin û bi vî rengî gerdûnê ava dikin.

Li gorî vê teoriyê, li qada Higgsê ku hemû hebûneyên zindî yan jî ne zindî di nav de vediguherin rastiyê, qadeke tevgerê heye.

Hebûne li vê qadê dibin rastî. Jiyan li vê qadê dewam dike.

Bi vê qadê re pêwendiyê datînin û bi vî rengî atomên perçikan, lewma jî gerstêrk, stêrk û dawiya dawî jî em ava kirin.

Tê texmînkirin ku gerdûn piştî teqîna mezin bûye xwedî avaniyeke sîmetrîk (her aliyên xwe weke hev e).

Li gorî vê yekê, piştî ku feza dirêj bû û gerdûn sar bû ev sîmetrî xera bû, yekane hêza ku gerdûn tevdigeran cihê xwe da gelek hêzan.

Li Cernê, dema ku zanyaran sira avabûna gerdûnê eşkere kirin, her wiha tespît kirin ku li cîhanê her made xwedî antî madeyê ye, di navbera made û antî madeyê de sîmetriyek heye.

Keşfên di vê serdemê de li cîhana Qûantûmê hatine kirin, dibin sedem ku pêlên nû yên felsefî, lêgerînên nû û guhertinên paradîgmayî pêk werin.

Di vê çarçoveyê de felsefeya Diyalektîk Materyalîst ku hebûna gerdûnî vedibêje, di heman demê de li felsefeya Qûantûmê tê.

Li gorî pîvana diyalektîkê gerdûn li ser narkokiyan û dijberan ava bûye. Tevgera enerjiyê ya li nava madeyê hêza destpêkê ya tevgera timî ya li gerdûnê ye.

Guhertin û veguhertinên bi vê sîrkulasyonê pêk tên, gilokek ji tevnên bêdawî ye.

Sîstemên civakî mîna li gerdûnê li dora şer û nakokiyên piralî hebûna xwe dewam dikin.

Kaosa ku bi vî şerî rû dide, pêvajoyên guherîn û veguherînê jî ava dikin.

Mîna li gerdûnê, weke li qada Higgsê ku sîmetriya di dema avabûnê de çêbû şikand û giranî da cisim, bandora gelek hêzan van pêvajoyan mîna tevnekê digihîne hev û pêkhateyên wê çêdikin.

Lewma mirov dikare bêje ku rêveçûna xwezayî ya jiyana civakî û rêveçûna li gerdûnê dişibin hev.

Civak ji hêman û nirxan pêk tê ku bingeha hebûnê çêdikin û pêwendiya bi hev re destnîşan dikin.

Ev hêman û nirx mîna çerxên makîneyekê digerin û avaniya civakî jî hertimî dikin.

Kesayet jî mîna perçikên li qada Higgsê vediguherin rastiyê, di nava avahiya civakî de pêwendiyê bi hev re datînin, bandorê li hev dikin, dibin xwedî nasname, civakê diafirînin û nexşeyeke hevpar a jiyanê ava dikin.

Nirxên civakî yên ku mîna tevnekê wan bi hev ve girê dide, jiyana wan bi wate dikin û nasnameya wan diyar dikin.

Ev rewş di heman demê de rastiya avabûna gerdûna civakî ye û hevsengiyeke gerdûnî ye.

Dema ku mirov bala xwe dide ser dîroka civakan, dibîne ku serdest timî dest li vê hevsengiya xwezayî werdidin û xera dikin.

Di encama vê destwerdana serweriye de pêkhateyên ku cihêrengiyê û zindîbûnê didin jiyanê hatine kezaxtin, ji rêveçûna xwe ya xwezayî û qadên azadiyê dûr ketine.

Mîna ku di qanûnên rêveçûnê yên gerdûnê de heye, jiyana civakî jî xwedî wê potansiyelê ye ku dema destwerdana serweriyê ji holê bê rakirin, di nava hevsengî û ahengiya cihêrengiyê de hebûna xwe dewam bike. Lewma li dijî destwerdanên serwer û desthilatdarîperest, têkoşînên azadî û wekheviyê, xwedî wê rolê ne ku qada Higgs a Civakî bi wate dike.

Bi vê çarçoweyê têkoşînên civakî yên serdema me ji nêzîktêdayinên ku tenê li ser çînayatiyê têne rûniştandina wêdetir di nav cihêrengiyê de yekîtiyê didin pêş. Eynî weke lihevhatina cihêrengiya gerdûnî ya bi sirûştê re.

Eynî weke rastiya gerdûnê ku bi Teqîna Mezin çêbûyî û weke parçeyên li qada Hîggsê ya ku gerdûn afirandî dibin xwedî giraniyekê, têkoşîna çewisandiyan jî wê potansiyela afirandê ya li ser hîmê wekhevîxwaz û azadîxwaziyê di xwe de vedihewîne.

Çerxan hûtayî ya enerjiyê ku giyanê madeyê pêk tîne, zindîtiyekê dide gerdûnê.

Nakokî û pevketinên mezin ên li gerdûnê, terisîna lêgerîna li azadiyê ne ku di rihê madeyê de hene.

Reaksiyona parçeyên bin atomî ku li diî hêza hepiskar nîşan didin, dibine peymanberê teq3inên mezin, guherîn û veguherînê.

Cîhaneke wiha ku enerjiyeke li di bedena xwe venahewe, tim li azadiyê digere bi hêza pêjnkirinê afirandî...Cîhana azadiyan. Ya hewce fikireke rast û rêbertiya rêxistinî ye.

Felsefeya Ekolojîk û Azadîxwaziya Jiyanê ya Demokratîk ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hedefa ku cîhaneke wiha biafrîne danî holê, bersiveke girîng e li hevsenga sirûstî ya jiyana civakî...

ÇAVKANÎ: ELÎF AKGUL ATEŞ / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA