Di rûniştinên Mafên Mirovan de hate xwestin ku şandeyek ji Îmraliyê re bê şandin

Nûnerê MRAP’ê Gîanfranco Fattorînî di rûniştinên Mafên Mirovan a 56’emîn a NY’ê de mafê axaftinê girt û bal kişand ser tecrîda Îmraliyê û pêkanîn qeyûm ên dewleta Tirk. Fattorînî xwest ku NY şandeyekê bişîne Îmraliyê.

TECRÎDA ÎMRALIYÊ

Rûniştên Mafên Mirovan a 56’emîn a Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) li Ofîsa Cenevreyê ya NY’ê dewam dike. Ev rûniştina ku 18’ê Hezîranê destpê kirî, wê heta 12’ê Tîrmehê dewam bike. Di rûniştinê de binpêkirinên mafên mirovan ên li welatan diqewimin, hatin nirxandin û nîqaşkirin. Nûnerê Tevgera Dostatiya Navbera Gelan a li Dijî Nîjadperestiyê (MRAP) a NY’ê Gîanfranco Fattorînî bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkanînên qeyûm ên ku dewleta Tirk dixwaze li bajarên Bakurê Kurdistanê bixe meriyetê.

‘BI RENGEKÎ SÎSTEMATÎK MAF TÊN BINPÊKIRIN’

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan a NY’ê Volker Turk jî li salonê amade bû.

Gîanfranco Fattorînî bal kişand ser zextên dewletê yên li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li hemberî gelê Kurd dewam dikin û ev tişt got: “Li bajarên Tirkiye û Kurdistanê zext dewam dikin û mafên bingehîn û azadiyên kesan bi rengekî sîstematîk tên binpêkirin, em li hemberî vê yekê pir bi fikar in.”

‘ŞAREDAR BI RENGEKÎ KÊFÎ JI WEZÎFE TÊN GIRTIN’

Gîanfranco Fattorînî komkujiyên ku di dema berxwedanên Rêveberiya Xweser de qewimî ne û xebatên NY’ê yên wê demê, bi bîr xist û wiha got: “Konseya Mafên Mirovan a NY’ê di sala 2017’an de raporek weşand û di raporê de gotibû ku ew ji rewşa gelên li Bakurê Kurdistanê pir bi fikar in. Di raporê de hatibû diyarkirin ku rayedarên Kurd ên bi rêyên demokratîk hatine hilbijartin, ji wezîfe tên girtin û ji bo vê yekê jî mevzûatên mîna têkoşîna li dijî terorê tên bikaranîn, medyaya Kurdî û serbixwe û komeleyên welatiyan tên girtin.

Beriya hilbijartinên parlamentoyê yên Gulana 2023’yan û beriya hilbijartinên şaredariyê yên Adara 2024’an û piştî wê, gelek kes hatin girtin. Dîsa Şaredarên ku bi rêyên demokratîk hatine hilbijartin, bi rengekî kêfî ji wezîfeyên xwe tên dûrxistin.”

‘ŞANDEYÊ BIŞÎNIN ÎMRALIYÊ’

Gîanfranco Fattorînî bal kişand ser şert û mercên tecrîda ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocaland di nav de ye û ev tişt ragihand: “3 sal in agahî ji Birêz Abdullah Ocalan nayê wergirtin ku 25 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê girtî ye. Di 3 salên dawî de bi ti rengî nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Em bang li Konseya Mafên Mirovan a NY’ê dikin ku şandeyekê bişînin Girtîgeha Îmraliyê da ku tiştên li Başûrêrojhilatê Tirkiyeyê diqewimin û şert û mercên ku Abdullah Ocalan di nav de ye, bi rengekî serbixwe lêkolîn bikin.”