BI DÎMEN

Parêzeran li ser Îmraliyê hevdîtin bi CPT re kirin

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Cengîz Yureklî bi rayedarên Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) a li Strasbourgê re hevdîtin kir. Yureklî got, "Me cidiyeta rewşê û bendewariyên xwe ji wan re ragihand."

Parêzer Cengîz Yureklî têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 40 meh in bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin, bi rayedarên Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) re li navenda wan a Strasbourgê hevdîtin kir.

Yureklî heman piştî hevdîtinê daxuyaniyek da û diyar kir ku wan ji CPT xwestin, serdana Îmraliyê bike û daxuyaniyeke têrker bide raya giştî.

Parêzer Yureklî li ser hevdîtinê got, "Me bi CPT re hevdîtin kir. Ji xwe me berê jî raporên xwe hemû pêşkêşî wan dikir. Me bûyerên dawî careke din destnîşan kir. Lê belê vê carê me firsend dît ku bi devkî bilêv bikin.

Me cidiyeta rewşê û bendewariyên xwe bi wan re parve kir. Me nêrîna wan jî wergirt. Me dît bê di nava hewldaneke çawa de ne. Me diyar kir ku divê agahiyên li ber destê wan bi me re jî parve bikin û fikarên xwe yên cidî parve kirin.

Me ji wan xwest ku di dema herî nêz de bi şandeyekê serdana Îmraliyê bikin. Me ji wan xwest, di vê mijarê de hem ji me re he jî ji raya giştî re daxuyaniyeke têrker bidin. Di halê hazir de 40 meh in agahî nayê wergirtin û me careke din destnîşan kir ku ev rewş nayê qebûlkirin. Wan jî anîn ziman ku ew fikarên me yên di vê mijarê de mafdar dibînin. Diyar kirin ku ji bo vê jî wê di nava hewldanan de bin."