Hilbijartinên parlamentoyê: Fransa xwe ji bo rastgirên tund amade dike

Tûra yekem a hilbijartinên parlamentoya Fransayê dê roja Yekşemê were kirin. Anketan nîşan dide ku rastgirên tund bi eşkere li pêş in.

 


  
Serokomar Emmanuel Macron piştî encamên hilbijartinên Ewropayê yên di 9’ê Hezîrana 2024’an bi ragihandina betalkirina Meclisa Neteweyî ya her kesî matmayî hişt. Dema ku Macron bi polîtîkayên xwe welat ji hema ji çepgiran û rastgirên tund re hişt û paşeroja Fransayê bi xetereyeke mezin re rû bi rû hişt.

Hemû anketên heta niha di heman alî de ne: Partiya rastgir a tund a Jordan Bardella RN wê di hilbijartinên pêşwext de bibe yekemîn. 

Lêbelê, partiya Jordan Bardella ne mimkûn e ku piraniya mutleq di parlementoyê de bidest bixe. Çepgir France Insoumise piştî Nouveau Front Populaire (Eniya Gel a Nû) ku Partiya Sosyalîst, Ekolojîstan û Partiya Komunîst a Fransayê aninye gel hev di rêza duyemîn de ye.

Di anketa Toluna Harris Interactive de ku di 26’ê Hezîranê de ji hêla RTL’ê ve hatî weşandin, Rassemblement National dê ji %34 dengan bistîne. 

Li pişt partiya Jordan Bardella, Nouveau Front Populaire bi %27 dengan duyemîn e. 

Piraniya Serokatî ku Ensemble ku Rönesans, MoDem û Horizonsê di nava xwe  de dihewîne, bi %21 dengan di rêza sêyemîn de ye. 

Barometreya Cluster 17-Le Point ji bo partiya rastgir a tund puanek bilindtir pêşbînî dike. Li gorî vê anketê, niyeta dengdana ji bo RN %34,5 e.

Di heman anketê de rêjeya dengên Eniya Gel a çepgir ji %30 zêde dibe. Piraniya Serokatî dîsa bi rêjeya %19,5 li paş e. 

TF1 ku anketek rojane diweşîne, pêşbînî dike ku di anketa Ifop-Fiducial ya 26’ê Hezîranê de, bi %36 dengan, ji bo Rassemblement Nationale serkeftinek hê mezintir pêşbînî bike. 

Eniya Gel a Nû di vê rapirsiyê de %28,5 dengan  bigire, lê kampa serokatiyê bi %21 dengan li pêşiya Les Républicainsê ye.