Dermanê tayê dibe ku li dijî vîrûsa koronayê karibe bê bikaranîn

Hate gotin 'Chloroquîne' ku li dijî tayê yek ji dermana sereke ye, dibe ku ji bo tedawiya Covîd-19 were bikaranîn.

Li gorî encamên lêkolînê yên pisporên Çînî ya di kovara BîosScîence de weşiyaye, ev dermanê ji bo ku tedawiya tayê tê bikaranîn, her wiha vîrûsa koronayê jî baş dike. Vê encamê dispêrin cerilbandinên klînîk yên ku li Çînê hatine kirin.

Dîdîer Raoult, Dîrektorê Esntîtûya Têkoşîna Dijî Enfeksiyonê ya Marsilaya Derya Spî, ku ji AFP'ê re axivî, diyar kir, ev encam di ceribandinên klînîk de ku li Çînê hatiye kirin, derketiye holê. Raoult got ew pê dizanin ku Chloroquîne di tûpa camî de vîrûsa koronayê baş dike û lêkolîna li Çînê vê diçespîne.

Li gorî Raoult bi encama ku bi ceribandinên klînîk hatiye çespandin vîrûsa koronayê dibe ku bibe enfeksiyona ku ''herî bi erzanî tedawiya wê bibe.''

Ceribandinên li Çînê li nexweşxaneyên Wuhan, Pekîn û Şangayê ku vîrûs lê derketiye holê hatiye kirin. Li gorî pisporên Çînî, li ser ji sedî zêdetir nexweşî bi kar anîne û ev derman ji bo ku pêşî li berbelavbûna vîrûsê bigire, bandora wê kêm bike, encamên baş dane.