Çînê yekemîn astronotê sivîl şand fezayê

Çînê yek jê sivîl bi giştî sê astronot şand fezayê.

Mîsyona Shenzhoû-16 ya ku yek jê sivîl sê astronot tê de cih digirin, bi fuzeya F2 Meşa Dirêj roja Sêşemê bi saeta herêmî 09.31’an de rabû. Hate diyarkirin firandin bi serketî pêk hatiye.

Profesor Gûî Haîchao (36) yê ku sivîl jî di nav komê de cih girt. Heta niha hemû astronot ji nav hêzên çekdarî dihatin hilbijartin.

Wê astronot li qada fezayê ya Tîangongê şeş mehan bimînin û piştî ku astronot bigihêjin cihê xwe sê kesên ku şeş meh in li wir in wê di nava çend rojan de vegerin dinyayê.

Çînê di sala 2003’an de gera bi mirov a li fezayê pêk anî. Sovyet  û Emerîkayê ev tişt di sala 1961’an de pêk anîbûn.