Çîn dixwaze li fezayê santralê ava bike

Çîn ji bo ku elektrîkê bide Cîhanê, dixwaze li fezayê santraleke rojê ava bike.

Hûtê Asyayê Çîn, daxuyand ku ew hazir e di navbeyna 2021-2025'an de  projeya ku  li stratosferê çewlikeke rojê bide destpêkirin.

Li gorî medyaya Çînê, piştî vê santrala pêşî, di nav 20 salan de wê santraleke dî ya gelekî xurtir were avakirin.

Fikra ku bi enerjiya fezayê Cîhan were xwedîkirin, ji mêj ve ye xeyaleke zanyaran e.

Li ser vê projeyê Çîn ne tenê ye. Ajansa Fezayê ya Ewropayê, destpêka salên 2000'î, têkilî vê mijarê komeke xebatê danî. DYE jî li ser vê mijarê sekinî. Par, California Institute of Technology prototîpek da ku dikare enerjiya ku li fezayê tê tomarkirin, veguhezîne.

Heke Çîn li fezayê santrala enerjiyê ava bike, wê ji rewşa ku welatên din dişopîne derbikeve û bibe welatekî pêşeng.