Çavdêrên stêrkan li jiyana li fezayê û 'enerjiya tarî' digerin

Çavdêrên stêrkan ên li Şîliyê, ji bo peydakirina jiyanê li gerstêrkên din bi şev û roj ezmanan lêkolîn dikin. Her wiha li ser 'enerjiya tarî' dixebitin, ku tê texmînkirin ev hêza kozmîk gerdûnê fireh dike.

Li Çola Atacama ya Şîliyê Teleskoba Magellan a Mezin (GMT) heye ku bi buhayê 1.8 milyar dolarî hatiye çêkirin û ji teleskopa Hubble ya li fezayê bi 10 qatî zêdetir wêneyên bi kalîte dikare werbigire.

Teleskopa ku tê payin piştî deh salan dest bi kar bike, wê bi Teleskopa Mezin a Zêde ya Mala Çavdêriyê ya Başûr a Ewropayê ku li heman çolê ye û Teleskopa bi Sih Metreyî (TMT) a li Hawaîiyê bikeve nava pêşbirkê.

Midûrê mala çavdêriyê ya Las Campanas Leopoldo Infante diyar kir ku bi rêya vê teleskopa mezin a ji nifşê nû, armanca wan ew e ku jiyana li gerstêrkên din tespît bikin û çavkaniya enerjiya tarî diyar bikin.

Li gorî Infante teleskopa mezin a nû wê molekulên organîk ên li atmosfera gerstêrkên dûr tespît bike.

Infante got, "Enerjiyek heye ku dibe sedema firehbûna gerdûnê, di heman demê de lezê dide vê fireh bûnê" û anî ziman ku zanyar zanin, divê enerjiyeke bi vî rengî hebe, lê belê hînê çavkaniya vê enerjiyê fêhm nekirine.

Infante ragihand ku telekopa nû wê tişta ku jê re enerjiya tarî ya gerdûnê tê gotin lêkolîn bike, fêhm bike bê ev enerjî çi ye û ji ku hatiye.