30 saniyeyan bi zarê rojê kir

Li Koreya Başûr bi xwe zanyaran xwe qederê 30 saniyeyan nêzî rojê kir. Heta mirov dikare bibêje, wan tiştek çêkir û pê 30 saniyeyan bi zarê rojê kir.

Fuzyona nukleer yanî bihevkelijîna sîsika atoman, ji bo derdê enerjiyê yê dinyaya me wê bibûya çareseriya paqij û heta heta yê. Lê axir tişta ku li roja me, li ser tavikê diqewime, em nikarin bi hêsanî li dinyayê bikin. Li tavikê, ev fuzyon bi awayekî xwezayî diqewime. Di bin zexta ecêb zêde û germehiyeke derveyî aqilê mirovan de du atom dişikin û bi hev dikelijin. Di encamê de radyasyon û çopa radyoaktîf jî dernakeve holê.

Lê mirov çawa wê zextê û wê germahiyê li dinyayê bi kontrol ava bike? Ev bêhtirî 70 salan e ku li gelek welatan zanyar li bersiva vê digerin. Li Koreya Başûr bi xwe zanyaran xwe qederê 30 saniyeyan nêzî rojê kir. Heta mirov dikare bibêje, wan tiştek çêkir û pê 30 saniyeyan bi zarê rojê kir. 

Ev tavika çêkirî ya sunî ya Korea Institute of Fusion Energy karî plazmayan heta bi 100 milyon pileyî germ bike. Reaktora bi navê Korea Superconducting Tokamak Advance Research (KSTAR) ji bo vê meqnadûzên gelekî xurt bi kar anîn da ku plazmayên sincirandî kontrol bike. Heke plazmayên sincirandî têra xwe karibin bên kontrolkirin, hingê fuzyona nukleer pêk tê. Heger plazma li dîwaran bikeve, dicemide û reaksiyona fuzyonê çênabe.

Axir piştî vê gavê, pispor difikirin ku 30 salên din divên, heta ku reaktorên karibin aborî bi kêr werin, bên çêkirin. Halê hazir ji bo fuzyonê, ji enerjiya tê hilberandin bêhtir enerjî tê xerckirin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA