ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Geşedanên dawî yên li Sûriyeyê
Piştî ku Serok Beşar Esad ji Sûriyê derket, li Sûriyê geşedanên bilez diqewimin. Di dema ku hêzên girêdayî HTŞ’ê yên li welêt ber bi herêma Laziqiyê ve diçin, li qada navneteweyî daxuyanî li pey hev tên dayîn. -
Aldar Xelîl: Divê em sekneke dîrokî nîşan bidin!
Aldar Xelîl diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê bi taybet Minbic êrîşî herêmên Rêveberiya Xweser dike got, “Di rojên wiha dîrokî de lazim e sekneke dîrokî bê nîşandan. Divê em berxwedana xwe mezin bikin." -
Balafirên şer ên Tirk Minbicê bombeberan kir
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker avahiya Rêveberiya Xweser a li navenda bajarê Minbicê bombebaran kir. -
Şervanên Tabûra Şehîd Serkan li çeperên berxwedanê ne
Şervanên Tabûra Şehîd Serkan li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bajarên sînor ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî Minbicê ragihandin ku ji bo parastina şoreşê ew di eniyên berxwedanê de ne. -
Ji bo koçberan li Holê konê alîkariyê hate danîn
Ji bo mirovên ku ji ber êrîşan neçar man ji kantona Efrîn-Şehbayê koç bikin li Holê konê alîkariyê hate danîn. -
Li Kantona Firatê merasîma veşartina cenazeyên şehîdan
Li pakrawangeha Şehîd Dîcle ya li Kobanê, cenazeyên 4 şehîdan hatin veşartin. -
Li gundê Heno yê Til Temirê êrîşa SÎHA’yê
SÎHA’ya ayîdê dewleta Tirk a dagirker, bombe li gundê Heno yê li rojavayê Til Temirê barand. -
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Li deriyê bajêr şerekî dijwar diqewime
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku li 3 eniyên bajêr şerekî giran diqewime. Meclîsê got, "Em ê bi gelê Minbicê re mil bi mil van êrîşan têk bibin." -
MSD: Ev kêliya dîrokî destpêka pêvajoyeke nû ye
MSD’ê têkildarî hilweşîna rejîma Esad daxuyaniyek nivîskî da û got, “Em bawer dikin ku ev kêliya dîrokî, destpêka pêvajoyeke nû ye.” -
Rêveberiya Xweser: Em ji diyalogê re amade ne
Rêveberiya Xweser piştî hilweşandina rejîma Şamê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo avakirina pêvajoya nû ew amade ne bi her kesî re diyalogê bikin. -
Ji herêmên êrîşan 400 malbatên din gihîştin Tebqayê
Piştî destpêkirina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê, ji xeta Efrîn-Şehbayê nêzî 400 malbatên din ên koçber derbasî Tebqayê hatin kirin. -
Li Minbicê li 3 eniyan şerekî giran diqewime
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 3 eniyan ve êrîşî Minbicê dikin. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li hemberî êrîşan li ber xwe dide. Li herêmê şerekî giran diqewime. -
Li Erîmayê şerekî giran diqewime
Di navbera hêzên Meclîsa Leşkerî ya Babê-Cebhet El Ekrad û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de li gundê Erîmayê şerekî giran diqewime. -
Bûyerên ku piştî hilweşîna Esad qewimîn
Li Sûriyeyê ji serê vê sibehê û pê ve dawî li desthilatdariya malbata Esad hat. -
Li Hesekê avahiyên cemaweriyê di bin parastina Hêzên Ewlekariya Hundirîn de ne
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê avahiyên cemaweriyê yên ji rejîmê man, ewle dikin, diparêzin. -
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bombeyan li gundên Minbicê dibarînin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bombeyan li gundên El Cat, El Diric û El Toxar ên li bakurê Minbicê dibarînin. -
Îlham Ehmed: Destpêkeke nû
Hevseroka Komîteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed gto, "Em îro radigihînin ku despotîzm bi dawî bûye. Ji bo paşerojeke demokratîk û adîl a gelên Sûriyeyê, bi hêviya yekkirina hewldanan em dest bi rûpeleke nû dikin." -
Mazlûm Ebdî: Em ji kêliyên dîrokî re şahidiyê dikin
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî diyar kir ku ew ji hilweşîna rejîma despotîk a li Şamê re şahidiyê dikin. -
‘Em ê bi ruhê Şerê Gel ê Şoreşgerî tevbigerin’
Rêveberiya Hêza Parastina Civakê Edlê Bekir anî ziman ku ew sînoran nas nakin û got, “Rêya me diyar e; serkeftin û berxwedanî ye. Em ê bi ruhê Şerê Gel ê Şoreşgerî tevbigerin.” -
Li Dêrazorê 11 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin
Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê bi operasyonekê 11 çeteyên DAÎŞ'ê girtin. -
‘Bi saya QSD’ê em ji zilma çeteyan rizgar bûn’
Jinên Efrînê yên ji ber êrîşên çeteyan neçar man bi darê zorê carek din ji Şehba-Efrîn û Helebê koç bikin, behsa zehmetiya koçberiyê kirin û gotin ku ew bi saya hêzên QSD’ê ji zilma çeteyan rizgar bûne.” -
Rêveberên kantonê: Guh nedin daxuyaniyên şerê taybet
Rêveberên kantona Minbicê daxuyaniyên dewleta Tirk ên ku digotin 'bajar hatiye terikandin' derewandin û gotin, wê heta dawiyê Minbicê biparêzin. -
Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê: Îdîayên ku em vekişiyane, nerast in
Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê nûçeyên ku dibêjin hêzên wê ji Dêrazorê vekişiyane derewand û got, “Hêzên me mîsyona xwe ya parastina gel, didomîne.” -
Rêveberiya Xweser rewşa awarte ragihand
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rewşa awarte ragihand. -
Kovara gaziyên şer, ‘Berxwedan Jiyan e’
Hejmara 5’emîn a kovara ‘Berxwedan Jiyan e’ derket.