Li Hesekê avahiyên cemaweriyê di bin parastina Hêzên Ewlekariya Hundirîn de ne
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê avahiyên cemaweriyê yên ji rejîmê man, ewle dikin, diparêzin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê avahiyên cemaweriyê yên ji rejîmê man, ewle dikin, diparêzin.
Piştî ku rejîma Şamê vê sibehê hilweşiya, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Hesekê li avahiyên cemaweriyê yên li herêma Xaçerêya Ewlekariyê bi cih bûn.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn li avahiyên ji rejîmê man, ji bo parastina dokûmanên gel û hebûneyên cemaweriyê herêm ewle kirin.
Her wiha piştî ragihandina rewşa awarte ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, meşa ku dihate plankirin îro li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li Qamişloyê bê lidarxistin, hate betalkirin.