Îlham Ehmed: Destpêkeke nû

Hevseroka Komîteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed gto, "Em îro radigihînin ku despotîzm bi dawî bûye. Ji bo paşerojeke demokratîk û adîl a gelên Sûriyeyê, bi hêviya yekkirina hewldanan em dest bi rûpeleke nû dikin."

Hevseroka Komîteya Têkiliyên Deve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed têkildarî hilweşîna hikumeta Beşar Esad daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal weşand.

Îlham Ehmed got, "Em îro radigihînin ku despotîzm bi dawî bûye, em rabirdûyê li paş xwe dihêlin û ji bo paşerojeke demokratîk û adîl a gelên Sûriyeyê bi hêviya yekkirina hewldanan dest bi rûpeleke nû dikin. Em dengê fîşekan bisekinînin û li ser bingeha avakirin û aştiyê diyalogê ji xwe re bikin esas."