Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê: Îdîayên ku em vekişiyane, nerast in

Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê nûçeyên ku dibêjin hêzên wê ji Dêrazorê vekişiyane derewand û got, “Hêzên me mîsyona xwe ya parastina gel, didomîne.”

MECLÎSA LEŞKERÎ YA DÊRAZORÊ

Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê têkildarî îdîayên ku dibêjin hêzên wê ji Dêrazorê vekişiyane daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Tevahî nûçeyên derheqê vekişandina hêzên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê ji bajarê Dêrazorê de nerast in. Hêzên me mîsyona xwe ya parastina herêmê û gelê wê didomîne."

Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê 6’ê kanûnê (2024) bi daxuyaniyekê ragihandibû ku bi armanca parastina gelê Dêrazorê, şervanên wan derbasî vî bajarî û rojavayê çemê Firatê bûne.