Rêveberiya Xweser rewşa awarte ragihand

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rewşa awarte ragihand.

REWŞA AWARTE

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, ev tişt hatin diyarkirin:

“Ji ber rewşa aloz a li tevahiya Sûriyeyê, em bang li gelê xwe, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Parastina Cewherî (HPC), hemû sazî, partî, rêxistinên me û hemû keç û kûrên gelê xwe dikin ku li hemberî provokasyonan ji bo parastina gund û bajarên xwe di asta herî bilind de baldar bin. Divê ew di hişyariya giştî de bin.”