Êrîşên dagirkeriyê didomin: Jinek şehîd bû

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Di encama êrîşan de jinek şehîd bû û jinek jî birîndar bû.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora Pira Qereqozaqê ya li başûrê Kobanê bi obûsan topbaran kirin. Pira Qereqozaq ku her du aliyên çemê Firatê bi hev ve girê dide, veguhastinê di navbera Kantona Firatê û Minbicê de pêk tîne.

LI MINBICÊ GELEK ÊRÎŞ: JINEK ŞEHÎD BÛ

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê El Um Celûd, El Seyada û El Dendaniye bi hawanan bombe kir.

Her wiha dagirkeran gundên El-Cerad û Um Celûd ên Minbicê topbaran kirin, di heman demê de 7 top li gundê El-Cerad û 17 top li gundê Um Celûd ketin.

Gundê Til Torîn ê Minbicê jî bi obusan tê bombekirin.

Dewleta Tirk a dagirker ku êrîşên xwe yên dagirkerî û komkujiyê didomîne, bi topên hawanê êrîşî gundên Til Tûrîn û Feratê yên li rojavayê Minbicê kirin.

Di encama êrîşa li ser gundê Faratê de jina bi navê Nedîma El Hisên El Hemûd (45) şehîd bû û jina bi navê Seîda El Ferec (45) jî bi giranî birîndar bû.

Hate zanîn ku Seîda El Ferec rakirine nexweşxaneya Minbicê.

DAGIRKERAN MALÊN GEL DAN BER AGIR

Sivîlên li kantonên Efrîn û Şehbayê dijiyan, ji ber êrîşên dewleta Tirk a qirker û çeteyên wê neçar man xaka xwe biterikînin. Dewleta Tirk û çeteyên wê dest bi talanê kirin û agir berdan malên welatiyên sivîl ên koçber bûne.

Di dîmenên ku ji bajarokê Fafînê gihîştibûn ANHA'yê de tê dîtin ku çeteyan agir berdan maleke ku hatiye talankirin.