34 partî û tevgeran bang kirin: Em eniya navxweyî xurt bikin

34 partî û tevgerên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bang li gel kirin û gotin, "Tevlî Hêzên Parastina Civakî (HPC) bibin, piştgiriya hêzên me bikin, ewlehiya navxweyî pêk bînin û li dijî şerê taybe

DAXUYANIYA HEVPAR

Nûnerên 34 partî û tevgerên sûriyeyî yên ji pêkhateyên herêmê ji bo nîqaşkirina geşedanên dawîn li bajarê Hesekê hatin gel hev. Piştî civînê partiyan daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir.

Nûnera Partiya Nûjen û Demokatîk a Sûriyeyê Heyfa Mehmûd daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin: "Pêkanînên komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ên li dijî pêkhateyên herêmê û koçberkirina wan a bi armanca guhertina demografiya herêmê digihêje asta sûcên şer.”

Îşaret bi helwesta hikumeta Şamê jî hate kirin û hate diyarkirin ku eger hikumeta Şamê bersiva banga diyalogan a bi Rêveberiya Xweser û aliyên demokratîk a ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi rêbazên aştiyane daba, ev bûyer çênedibûn.

Partî û hêzên siyasî di daxuyaniyê de êrişên li ser herêmê bi tundî şermezar kirin û diyar kir ew bi QSDˈê re amade ne herêmê biparêzin.

Her wiha piştgirî dan seferberiya giştî û ev bang li gel kirin: "Em bang li gelê xwe dikin ku hişyar be, ji her geşdanên muhtemel re amade bin. Tev li Hêzên Parastina Civakî bibin, hêzên me yên leşkerî bi enerjiya ciwanan û pisporiya leşkerî û meydanî pêş bixin, eniya hundirîn asê bikin û li hemberî şerê taybet bisekinin.”

Di berdewama daxuyaniyê de hate goitn: "Em ê li kêleka saziyên Rêveberiya Xweser û Maseya Krîzê erka xwe ya pêşwazîkirin û bicihkirina koçberan pêk bînin.”

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hat kirin: "Erkên xwe li hemerî sivîlên bi darê zorê hatine koçberkirin bi cih bînin. Her wiha em bang li Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞˈê ya bi serokatiya Emerîka û Federasyona Rûsyayê dikin ku nehêlin komên terorîst û Tirkiye Sûriyeyê dagir û parçe bikin. Em teqeziyê li ser yekîtiya xaka Sûriyeyê û çareseriya siyasî dikin."

PARTÎ Û TEVGERÊN DAXUYANÎ DAN EV IN:

1-Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)
2-Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)
3-Partiya Kesk a Demokratîk
4-Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê
5-Partiya Lîberal a Kurd li Sûriyeyê
6-Partiya Komunîst a Kurdistanê
7-Partî Demuqartî Kurdistan-Sûriye
8-Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriye
9-Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê
10-Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê
11-Partiya Sûriyeya Pêşerojê
12-Partiya Guhertina Demoqrat a Kurdistanê
13-Partiya Nûjen a Kurdistanê
14-Yekitiya Kedkaran a Kurdistanê
15-El Heyet El Weteniya El Erebiya
16-Partiya Nûjen û Demokratîk li Sûriyeyê17-
17-Partiya Yekitiya Suryan
18-Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurdî li Sûriyê
19-Partiya Çeksaziyê-Sûriye
20-Partiya Asûrî ya Demokratîk
21-Partiya Roj a Biratî ya Kurdistanî
22-Tevgera Civaka Demokratîk
23-Kongra Star
24-Partiya Muhafazekaran
25-Partiya Têkoşîna Demokrat
26-Tevgera Pêşeroja Kurdistanê
27-Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Rojavayê Kurdistanê
28-Heyet Tensîq El Weteniya-Tevgera Guhertin a Demokratîk
29-Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê
30-Partiya Demokrat a Kurd li Sûriye (El Partî)
31-Partiya Yekitiya Demokratîk li Sûriyeyê (Yekitî)
32-Şepêla Çep a Şoreşgerî li Sûriyeyê
33-Partiya Sûraya
34-Partiya El Weten a Sûriyeyê