Zarokên ku li kampa Holê bi zîhniyeta DAÎŞ’Ê tên mezinkirin

Li Kampa Holê 30 hezar zarok hene. Hemû jî ji aliyê dayik û jinên DAÎŞ'î ve bi vê zihniyetê tên mezinkirin. Eger midaxile û bernameyeke cidî neyê kirin, tê wê wateyê ku di pêşerojê de wê 30 hezar endamên DAÎŞ’ê derkevin holê.

Tarîtiya li ser û rûyê zarokên li Kampa Holê bi taybet yên li beşa Mûhacîratê, her ku diçe zêde dibe. Ji bo zarok mesûmiyeta xwe winda nekin, erk dikeve ser milên hemû mirovahiyê.

Hewce ye êdî hemû cîhan fêm bike ku Rêveberiya Xweser bi tena serê xwe nikare vê yekê çareser bike.Qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya ku ji aliyê QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve bi pêşengtiya YPJ’ê hate destpêkirin didome.

Operasyona ewil ji beşa Mûhacîratê destpê kir ku ev beş hemû jinên biyanî yên ji welatên cuda hatine û li wir bi cih bûne, pêk tê. Di 27’ê Çileyê saet 07.30’an de bi megafonê anonsa ‘bila hemû kes eşyayên xwe yên şexsî bistîne û ji konên xwe derkeve’ hate kirin. Hêdî hêdî deriyên konan vebûn. Ji hemû konan jinên ku rûyê wan jî xuya nedikir, derketin. Li ba hemû jinan herî kêm 4 yan jî 5 zarok hebûn.  Zarokên kur li dû dayikên xwe dimeşiyan û  keçên bi çarşefên reş pêçayî û rûyê wan jî xuya nedikir, danga dayikên xwe girtibûn. Dema hatin qada kombûnê ji aliyê şervanên jin ve lênêrîna sicîl û şopa tiliyan hat destpêkirin. Hêzên operasyonê jî yek bi yek ketin hundirê konan û ew kontrol kirin.

LI GEL TEKBÎRÊ ÎŞARETA SERJÊKIRINÊ

Dema ku hin karkerên çapemeniyê ev yek temaşe dikirin ku ji bo şopandina yekîneyên operasyonê hatibûn, em jî piştre ber bi cihê ku jin lê hatibûn komkirin ve meşiyan. Dema ku em gihiştin qada kombûnê, şervanan ji me re digotin zêde nêzî nebin, ji ber ku wan jinan bi zarokan kevir didan avêtin. Me jî di navbera xwe û wan de ji tedbîrê mesafe hişt û me dest bi girtina wêneyan kir. Çawa ku me kamerayên xwe vekir, kevirên ewil bi ser me ve hatin. Me hinekî din mesafe xist di navbera xwe û wan de û me girtina wêneyan domand. Zarokan di her firsendê de êrîş dikirin û kevir diavêtin, hinekan jî bi destên xwe îşareta serjêkirinê çêdikirin. Jinên DAÎŞ’î jî bi tekbîran, zarok teşwîq dikirin.

Diyar e ku ev zarok hemû endamên DAÎŞ'ê ne. Yên ku van zarokan bi vê zihniyetê perwerde û mezin dike JÎ jinên DAÎŞ’Î ne. Zarokên xwe bi destê xwe jehrî dikin. Ji bo vê yekê perwerdehiyên taybet didin wan. Tev li şûna pêlîstokan şûr û kêrên ku DAÎŞ serê mirova jê dike weke pêlîstokan çêdikin û didin wan zarokan. Em demeke dirêj li wê qadê man lê belê me nedît ku zarok dilîzin. Zarok ji bilî xwe bi çavê dijminî li her kesî dinêrin.

ZAROKAN DI TEMENÊ BIÇÛK DE BI GELEK KESAN RE DIZEWICÎNIN

Li Kampa Holê hemû zarok weke Eşbal El Xîlafê (Zarokên Xilafetê) tên dinyayê. Ji roja ku zarok ji dayik dibin, ji hêla dayik û jinên DAÎŞ’î ve tên perwerdekirin. Zarokên kur hem wekî endamekî DAÎŞ'ê tên mezinkirin û hem jî dema ku dibin 13 salî bi gelek kesan re tên zewicandin. Bi vê armancê dixwazin kampê bikin navendeke DAÎŞ’ê ya zêdebûnê.

JIN, HEVJÎNÊN XWE YÊN ZAROK VEDIŞÊRIN

Rêveberiya Xweser beriya niha ji bo vê yekê, ji bo zarokên 13 salî navendeke rehabîlîtasyonê vekiribû. Zarokênku bi vî awayî dihatin îstismarkirin, dişandin vê navendê. Di operasyonê de zarokên kur yên 14 û 15 salî di tunelên ku li hundirê kampê yan jî li hin xendekên ku bi veşartî di hundirê konan de hatibûn kolandin hatin dîtin.Jin zarokên kur yên di vî temenî de vedişêrin û îstîsmara zayendî li wan tê kirin. Çarşefên reş li keçikên ku hê nebûne 5 salî jî dikin. Me li meydanê keçeke 3 salî dît ku çarşefa reş lê hatibû kirin.

TARITIYA KU MESÛMIYETA ZAROK DIKUJE

Tarîtiya ku li ser rûyê zarokên ku li beşa Mûhacîratê mezin dibin, mesûmiyeta wan ji holê rakiriye. Her çi dibe bila bibe ev zarok in û sedema tarîtiya li ser rûyê van zarokan jî dayik û jinên DAÎŞ’î ne. Ew rû û dil hê zarok in; Ji bo zarok mesûmiyeta xwe winda nekin, erk dikeve ser milên hemû mirovahiyê.

JIYANA KESÊN NEDAÎŞ’Î DI TALÛKÊ DE YE

Roja 6’an a operasyonê li beşa 5’emîn a kampê dewam kir. Li beşê piranî malbatên Sûriyeyî dijîn. Ji sedî 80’yî kesên li vê beşê  xwedî zîhniyeta DAÎŞ’ê ne. Zarokên vê beşê li gorî zarokên li beşa Mûhacîratê normaltir bûn. Em bi hêsanî ketin nava wan. Tew bi hinekan re me diyalog jî kir. Zarok li dora me kom dibûn û dixwestin ku em wêneyên wan bigirin. Di wêneyekê  de me dît ku zarokek îşareta serkeftinê yek jî ya tekbîrê çêdike. Tiştekî din a ku zarokên beşa 5’em a ku Sûriyeyî lê dimînin bala me kişan ew bû ku zarokên temen biçûktir bi rehettir tevdigeriyan. Diyar bû ku ku hin malbat ji tirsa şaneyên DAÎŞ'ê yên li kampê dixwestin ku xwe nêzî me bikin. Dema ku me hewl da bi hinekên ku li vê beşê dimînin re biaxivin, gotin ku ew ditirsin û eger ew biaxivin wê werin kuştin. Metirsiya ku zîhniyeta DAÎŞ’ê wê di pêşerojê de li ser van zarokan çêbike, ji metirsiya li ser zarokên beşa Mûhaciratê ne cudatir e.

DIBE 30 HEZAR ENDAMÊN DAÎŞ'Ê BÊN PERWERDEKIRIN

Eger di demeke nêz de ji bo ku zarokên li Kampa Holê ji vê zihniyetê rizgar bibin, çareseriyek neyê peydakirin, wê nifşeke DAÎŞ’ê derkeve holê ku ne tenê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yan jî Rojhilata Navîn, wê ji bo tevahiya cîhanê bibe tehdîdeke mezin. Li Kampa Holê 30 hezar zarok hene. Ev jî ji bo pêşerojê tê wateya 30 hezar endamên DAÎŞ'ê. Hewce ye êdî hemû cîhan fêm bike ku Rêveberiya Xweser bi tena serê xwe nikare vê yekê çareser bike. Malbatên DAÎŞ'ê ku welatiyên 45 dewletan in, hê jî li Kampa Holê ne û ev rewş ji bo tevahiya mirovahiyê talûkeyeke mezin e. Ji bo jin û zarokan pêwîstî bi tedbîr û bernameyeke cidî heye.