YPJ'ê şehîdên çapemeniyê bi bîr anî

YPJ'ê şehîdên çapemeniyê bi bîr anî û got,''Di nav şertên giran de her gava şer û berxwedanê bi raya giştî re par ve kirin. Bi qelemên wan em ê dîroka azadkirina xaka xwe binivisîn.''

YPJ’ê ji bo salvegera şehadeta nûçegihana Navenda Ragihandinê ya YPJ’ê Dilovan Gever daxuyaniyeke nivîskî da û destnîşan kir ku “Em hevrêyên Dilovan, Mihemed, Seed û Vedat Erdemcî, wekî şopdarên Gurbetellî, Agirî Yilmaz, Dilîşan, Nûjiyan û Denîz Firatan em soz didin ku wê pênûsa wan tu carî li erdê nemîne.”

Daxuyanî bi tevahî wiha ye:
''Hevrêya me Dilovan Gever û hemû nûçegihanên ragihandina azad ji roja 9’ê Cotmehê ve, bi yek dil û yek rihî heqîqeta dagirkeriya dewleta Tirk û berxwedana bi rûmet a gel û şervanan şopandin. Di nava dijwariya şerê giran de me jî weke Navenda Ragihandinê ya YPJ’ê hewl da ku karê xwe yê ragihandinê bi awayek aktîf bimeşînin. Hevrêya me Dilovan di nava şert û mercên wiha giran de berê xwe da bajarê Girê Sipî. Ji roja 9 heya 13’ê Cotmehê her kêliya şer û berxwedanê bi navedê û raya giştî re parve kir.

Ger di heman rojê de, ango di 13'ê Cotmeha 2019’an de hersê hevrêên me, Dilovan Gever, Seed Ehmed û Mihemed Reşo bi awayek hovane hatibin qetil kirin, ger bi dehan nûçegihan birîndar bubin, ev nîşaneya dijwariya şerê ku li bajarê Girê Sipî û Serêkaniyê hatiye jiyîn. Nîşaneya hovîtî û bê exlaqiya dewleta Tirke ku ji nûçegihanan bigre, heta tendurustvan, heta hevserokên partiyan heta bi dayîk, bav û zarok canê wan bi awayekî hovane parçe parçe bû.

Yek ji wan nûçegihanan hevrêya me Dilovan Gever bû. Dilovan ku di sala 2014’an de di pêvajoya seferberiya ji bo Kobanê sînorên dagirkeriyê derbas kir, li Kobanê tev li nava refên YPJ’ê bû. Ew baş dizanibû ku di nava welatekî bindest de evîndariya axê ne hêsane û bedel dixwaze. Ji ber wê her rojê di oxira vê axa pîroz de hevrêek xwe disparte dilê axê. Dilovan piştî rizgarkirina bajarê Kobanê cihê xwe di nava xebatên arşîva morgê ya bajarê Kobanê de girt, li vir destana lehengî, şer û berxwedaniya bi hezaran hevalên xwe yên şehîd belge kir. Di sala 2018’an de jî weke dewamiya xebatên arşîvê, derbasî Navenda Ragihandina YPJ’ê bû.

Hevrêya me Dilovan a ku di nava demeke kin de alfabeya ragihandinê fêr dibe û cihê xwe di gelek pêngavên dîrokî de digre, di êrîşên 9’ê Cotmeha 2019’an de jî berê xwe da bajarê Girê Sipî û hewl da ku berxwedaniya bi rûmet a şervan û gelê herêmê, asta hovîtiya dewleta Tirk a dagirker bi raya giştî re parve bike. Dilovana ku bi biryardarî û coşeke mezin her carê rêyên bi kemînên xedar dagirtî da pêşiya xwe û tevlê gelek cengên berxwedanê bû, li bajarê Kobanê li rex hevrêyên xwe destana berbangê nivîsand, li bajarê Dêrazorê şahidî ji her kêliya pêngava dîrokî ya têkbirina DAIŞ’ê re kir, di bajarê Girê Sipî de jî şahidî ji dagirkerî û hovîtiya dewleta Tirk re kir.

Rêwîtiya Dilovan a ku ji bakurê Kurdistanê ji Gevera serîhildêr destpê kiribû, li Kobanê, li Amûdê, li Dêrazor bênavber dewam kir, ev rêwîtiya bi wate li bajarê Girê Spî temam bû. Dilovan di kêliyên ku berê xwe dabû bajarê Girê Sipî, gotibû; “Em ê dîrokê binivsînin! Dîrok”Û bi rastî jî li bajarê Girê Spî bi ruxmê êrîşên giran ên dewleta Tirk a dagirker tevî grûbek hevalên xwe di 13 Cotmeha 2019’an de dîrok nivîsand, dîroka berxwedana rûmetê nivîsand.

Ji ber wê em careke din dibêjin! dibe ku Dilovan ji nava me koç kiribe, lê kelecana wê, coş û mûrala wê, şêwazê jiyan û berxwedana wê îro bûye şêwazê kar û xebata me hemiyan. Em jî weke hevrêyên Dilovan, Mihemed, Seed û Vedat Erdemcî, weke şopdarên Gurbetellî, Agirî Yilmaz, Dilîşan, Nûjiyan û Denîz Firatan em soz didin ku wê pênûsa wan ti carî li erdê nemîne, em ê bi pênûsa wan dîroka rizgarkirina xaka xwe ya dagirkirî binivsînin, em ê dîroka azadiyê binivsînin.”