YPJ'ê nasnameya şehîdeke Berxwedana Rûmetê eşkere kir

Fermandariya Giştî ya YPJ'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hevrêya wan Şêrîn Silêman Murad bi nasnav Nûcan Cûma di şerê Serêkaniyê de şehîd bû û sersaxî ji malbata wê û gelê Kurd re xwest.

Fermandariya Giştî ya YPJ'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya YPJ'ê wiha ye:

"Di şexsê hevrê û nûnera ruhê welatparêziyê hevrê Nûcan, em tevahî şehîdên şoreşa azadiyê bi bîrtînin. Ji malbata hevrê Nûcan û hemû gelê Bakûr-Rojhilatê Sûrî re sersaxiyê dixwazin. Em sond û biryardariya xwe ya bi şehîdan re nû dikin.

Li hemberî dagirkerî û qirkeriya dewleta Tirk a faşîst, Şehîdên me bi lehengiyeke mezin, ji bo welat û gelê xwe biparêzin, bi pêşxistina Berxwedana Rûmetê destanên lehengiyê nivîsandin. Hevrê Nûcan jî bû yek ji lehenga Berxwedana Rûmetê ya Serêkaniyê.

Hevrê Nûcan, li Girkê Legê di nav malbateke welatparêz û kedkar de mezin dibe. Ji destpêka şoreşê ve ew jî weke gelek keçên vê xakê, beşdarî nava refên şoreşê dibe. Heval Nûcan di sala 2011’an de tevlî nav hêzên parastinê dibe. Ji wê demê heya niha bi awayekî çalak di nava YPJ’ê de cihê xwe digre. Şahidî ji gelek lehengî, fedekarî û destanên keç û xortên vî welatî re kir û bi sekna xwe ew jî bû parçeyek ji vê tekoşîna destaneyî.

Hevrêya me Nûcan, li Serê Kaniyê di çepera herî pêşde sînge sîng bi dijmin re şerekî giran jiyan dike. Ji bo li pêşiya dijmin bibe mertaleke parastinê heya dawiyê di çepera xwe de li ber xwe da. Ev jî nîşaneya sekna jina Rojavayî a ku dil û mejiyê xwe bi şoreşê re, bi parastina welat re kire yek û ji bo wê jî canê xwe bê teredut feda kir. Ev sekna bi rûmet, sekna jina welatparêz a azadîxwaze. Wê ev sekna ku bûye sembola rûmet û azadiyê, serkeftina şoreşê jî misoger bike.

Me demeke dirêj nedikarî agahî piştrast bikin ka bê hevrêya me Nûcan, dîl ketiye dest an şehîd bûye. Ji ber vê rewşê, em lêborîna xwe ji malbat û gelê xwe dixwazin.

Li ser vê bingehê em hevrê Nûcan û di şexsê wê de şehîdên Berxwedana Rûmetê û tevahî şehîdên şoreşa azadiyê bi rêzdarî bîrtînin. Sersaxî ji malbata rêheval Nûcan û gelê me re dixwazin. Soza me daye şehîdên xwe nû dikin û dibêjin heya ku em hêvî, Evîn û xeyalên wan bi cih bînin emê tekoşîna xwe berdewam bikin.

Li gor vê nasnameya hevrêya me, şehîd Nûcan bi vî rengî ye;

Navê Kod: Nûcan Cuma

Navê Rast: Şêrîn Silêman Murad

Navê Dayîk: Nûrê

Navê Bav: Silêman