BI DÎMEN

Rêxistina Stêrk: Divê mafê zarokan were parastin

Rêxistina Sirêk a Şopandin û Parastina Mafê Zarokan daxuyaniyek da û bang li hemû hêzên navnetewî kir ku li ser erkê xwe bisekinin û mafê zarokan biparêzin.

RÊXISTINA STÊRK

Rêxistina Stêrk a Şopandin û Parastina Mafê Zarokan têkildarî qetilkirina zarokan di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de, li dibistana Mustefa Gilo a taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxiyanî ji aliyê şagirtên dibistana seretayî ve bi zimanê Erebî û Kurdî hat xwendin.

Naveroka daxuyaniyê bi vî rengî ye:

“Di hemû êrîşên kû li cîhanê tên pêkanîn de piranî zarok dibin qurbanî û bi taybet di êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dide meşandin de ji 100/80 zarok jiyana xwe ji dest dane. Ji ber ku zarok rojane rastî tundî, lêdan û tecawiz tên.

Di 10’ê Cotmeha 2024‘an de di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Tehna ya mezin ya girêdayî Minbicê de 2 zarokên bi temenê xwe yê 5 û 9 salî jiyana xwe ji dest dan û 3 zarok jî birîndarin. ev bûyer ne buyera yekeme ya ku li herêmên me têne kirin û zarok dibin qurbaniyên van êrîşan rojane û bûyerên wisa.”

Daxuyanî wiha hat bi dawî kirin, “Bi navê Rêxistina Stêrk a Şopandin û Parastina Mafê Zarokan û bi navê hemû zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em bang li hemû hêzên navnetewî dikin kû li ser erka xwe bisekinin û hemû zarokên cîhanê biparêzin û soza xwe pêk bînin. Her wiha êrîşên ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên meşandin, bidin sekinandin.”