Meclîsa Olî ya Kantona Firatê komplo protesto kir

Ji aliyê Meclîsa Olî ya Kantona Firatê ve Komploya Navneteweyî hate protestokirin.

Meclîsa Olî ya Kantona Firatê li Camiya Mezin a Kobanê bi civînekê komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. Civîn bi amadebûna mele û şêniyên Kobanê hat birêvebirin. Civîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Piştî rêzgirtinê jî Hevseroka Ol û Baweriyan a Kantona Firatê Şîrîn Mihemed axaftina ewil kir û Mihemed diyar kir ku komplo negihiştiye armanca xwe û gelê Kurd xwe girêdayî fikrên  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan birêxistin dikin û ev yek anîn ziman: ‘’Desthilatdarî ji fikrên Rêber Apo ditirse, lewra komplo dane destpêkirin. Di şexsê Rêber Apo de xwestin ku hem me û hem jî Rêberê me tune bikin. Berovajî wê bi milyonan Kurd daketin qadan, bi dehan kesan bedena xwe dan ber agir, lewra kes nikare me û Rêberê me ji hev qut bike. Çawa ku me partiya xwe da avakirin û meşa azadiyê da destpêkirin me xwe di 1984'an de bi fermandar Egîd da îsbatkirin ku em hene û vaye meşa me ya azadiyê ku heta niha jî berdewam dike. Diyar e ku komplo vala derket û Rêberê me bi serket."

Piştre Mele Izedîn Sofî jî qala ola Îslam û edaletê kir. Mele Izedîn Sofî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser dagirkeriya li ser Kurdistanê û destnîşan kir ku kiryarên dewletên ku dibêjin em dewletên Îslamî ne berovajî Îslamê ne.