BI DÎMEN

Li Ermenistanê komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin

Kurdên li Ermenistanê komploya 9’ê Cotmehê şermezar kirin û diyar kirin ku gelê Kurd bi saya têkoşîna Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê naskirin û ew ê her tim şopdarê Rêberê xwe û partiya xwe bin.

Li paytexta Ermenistan Erîvanê li Mala Gel komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi civîna gel hat şermezarkirin.

Di civînê de parlamenter Kinyas Hesanov, Hevserokê Komîteya Kurdistanê Silo Dirboyan, Şêx Tahir û bavê şehîd Rûkên Mîlo Kelaşyan axaftin kirin.

Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê destpê kir.
Axaftvanan ev tişt anîn ziman: “Kesên ku destê wan di  komploya li ser Rêber Apo de heye em wan şermezar dikin. Em dibêjin kes nikare bi ev komployê me bêdeng bikin û roja me tarî bikin.Em wek gelê Kurd dizanin armanca komplogeran çi bû. Rêber Apo bi felsefa xwe hemû planên dijimin û komplogeran vala derxist. Gelê Kurd jî xwedî li Rêberê xwe derket û ji wan re got kes nikarê roja me tarî bike.”

‘DIVÊ EM HÎN BÊHTIR XWEDÎ LI RÊBER APO DERKEVIN’

Di berdewama axaftinê de wiha hat gotin: “Îro fikir û felsefa Rêber Apo li hemû dinyayê belav bûye û cîhan muxtacî ev fikir û felsefê ne. Em wek gelê Kurd pêwîst e hîn zêde xwedî li Rêber xwe derkevin. Em bi hebûna Rêber Apo hene, ger îro cîhan me wek gel nas dike ev bi saya têkoşîna Rêber Apo ye. Êdî ev gel xwe li ser felsefa Rêber Apo perwerde kiriye û heta dawiyê şopdarê bîrdoziya Serokên xwe ne. Civaka Kurd û tevgera azadiyê jî li ser ve esasî têkoşîna xwe dewam kir û ji ber hin meztir kir. Em wek civaka li Ermenistanê carek din dibêjin em ê heta dawî şopdarê Rêberê xwe bin û partiya xwe bin.”


Civîn bi drûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.