NÛ DIBE

Komploya 9’ê Cotmehê bi pêşengiya jinan hat protestokirin

Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan ên li ser banga TJK-E’yê û bi pêşengiya meclîs û yekîtiya jinan li hev civiyan, pergala qirkirin û tecrîda Îmraliyê protesto kirin û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qîriyan.

PÊNGAVA JI ABDULLAH OCALAN RE AZADÎ JI PIRSGIRÊKA KURD RE ÇARESERÎ

Kurdistanî û dostên wan li ser banga Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) li gelek bajarên Ewropayê Komploya 9’ê Cotmehê protesto kirin.

STOCKHOLM

Li paytexta Swêd Stockholmê, li ser banga TJK-E’yê di çarçoveya “Tirêjên Rojê” de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hat lidarxistin.

Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Amara a Stockholmê ve li qada Norra Bantorget bi meşê destpê kir.

Di dema meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî”, “Azadiya Rêber Apo azadiya me ye” û “Ji Ocalan re Azadî” hilgirtin.

Di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin û li parka Normalmstorgetê mitîng hate lidarxistin.

Di mitîngê de li ser navê Tevgera Jin a Swêdê Ayşe Dîdar axivî û wiha got: “Komploya navneteweyî ku 9’ê Cotmeha 1998’an di şexsê Rêber Apo de destpê kir, planeke qirkirinê bû ku hebûn, îrade, nasnemeya gelê Kurd û têkoşîna azadiya jinê hedef digirt. Rêbertiya me bi helwesta xwe ya li Îmraliyê ev yek vala derxist. Xwişk û biratiya gelan, yekîtiyê û azadiya jinê esas girt. Jin û gelê Kurd 26 sal in li qadan in û ji niha şûnde jî heta ku Rêbertiya me azad bibe em ê li qadan bin.”

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya ya Fransayê jî bi hezaran kes bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan Komploya 9’ê Cotmehê bi meşekî girseyî protesto kirin.

Meş bi al û pankartan re destpê kir. Di meşê de dirûşmeyên “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re statu” hatin berzkirin û xwepêşandaran flamayên ku têkoşîna azadiya gelê Kurd sembolîze dikin hilgirtin.

Axaftvanan lêgerînên çareseriya aştiyane ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xistin û diyar kiririn ku azadiya wî mifteya aştiya Rojhilata Navîn e.

Di axaftinên dawiya meşê de daxwaza rêzgirtina li hember mafên demokratîk ên gelê Kurd û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate dubarekirin.

FRANKFURT

Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê jî Kurdistanî û dostên wan ên li ser banga federasyona FCDK-KAWA li qada Alte Oper li hev civiyan, li dijî komploya 9’ê Cotmehê meşiyan. Çalakvanan ji kolana herî qelebalix a bajêr heta qada Wilhemsplatzê meşiyan.

OSLO

Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Norwec Osloyê hat şermezarkirin. Çalakî ji aliyê NCDK-OSLO’yê ve hat lidarxistin û gelek Kurd û dostên wan ên ji Oslo û bajarên derdor tevlî bûn. Çalakî ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Piştre li ser navê Partiya Sor a Norwêcê Aram Zaharî û li ser navê Soludaritet med Arnaliot Ask axivîn û ev peyam dan, “Rêberê Gelê Kurd divê azad be.”

Hevserokê NCDK-OSLO’yê Endam Aso jî axivî û anî ziman ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane çareser bike.  

DUSSELDORF

Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de, ji ber salvera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tevlîbûna sedan kesan meş hat lidarxistin.

Bi sedan kesên ku li pêşiya stasyona trenê ya navendî li hev civiyan, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin û tim û tim dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” berz kirin.

Li vir aktivîsta TJA’yê Ayten Kaplan bi zimanê Elmanî têkildarî şert û mercên tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û bal kişand ser azadiya wî ya fîzîkî. Piştre Hevseroka FED-MED’ê Şevîn Sîncar axivî. Şevîn Sîncar got bal kişand ser şert û mercên tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku gelê Kurd û dostên wan wê tu carî vê rewşê qebûl nekin. Sîncar banga tevlîbûnê ji bo meşa ku 16’ê Mijdarê di çarçoveya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de li bajarê Koln ê Elmanyayê bê lidarxistin, kir.

Piştî axaftinan girse bi postera mezin a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji stasyona trenê heta kolana Konigsallee meşiyan. Girseya ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin, bi dirûşmeyan meşa xwe bi dawî kirin.

BASEL

Di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" de bi hezaran kes xwedî li kampanya "Tîrêjên Rojê" ya ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ve tê meşandin derketin. Li bajarê Basel ê Swîsreyê ji daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin.

Li ser banga Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) Kurdên ji çar parçeyên Kurdistanê û dostên wan li Parka Dîe Welt hatin ba hev. Piştre li ser navê YJK-S’ê Ozen Aytaç daxuyanî xwend. Ozen Aytaç diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ramangêrekî girîng ê siyasî ye ku li ser bingeha demokrasî, azadiya zayendî û edaleta ekolojîk konfederalîzma demokratîk diparêze.

Li ser navê Partiya BastA ku yek ji partiyên pêşeng ên pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” dimeşîne Tonja Zûrcher axivî û got, “Fikrên birêz Ocalan li Rojava hatin jiyîn û li vir modela jiyanê ya aştî û demokrasiyê hat pêşxistin. Ev modela jiyanê ne tenê ji bo gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn e, ji bo hemû gelên cîhanê ye.”

Hevseroka Meclîsa Kurd a Demokratîk a Swîsreyê Dîlan Çetînkaya jî ev tişt anî ziman: “Jinên Kurd piştgirî da vê pêngavê û dest bi kampanya 'Tîrêjên Rojê’ kir. Heta ku ev kampanya bi ser bikeve û heta ku Rêberê me azad bibe em ê li qadan bin. Li ser vî esasî em ê li her qadê fikrên Rêbertiya xwe vebêjin." Dîlan Çetînkaya herî dawî jî amadekariyên xwe yên ji bo meşa mezin a ku wê di 16'ê Mijdarê de li bajarê Koln ê Elmanyayê bê lidarxistin, anî ziman û got, “Ji 7 salî heta 70 salî em ê biherikin bajarê Kolnê û li wir azadiya Rêberê xwe biqîrin."

Meşvan li qada Clara rawestiyan û bi dengê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên der barê avakirina aştiya mayînde ya li Kurdistan û Rojhilata Navîn li gel dan guhdarkirin. Gel di bin barana zêde de meşa xwe berdewam kir û gihîşt Qada Dreînrose. Endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Şukran Sincar têkildarî pêngava 10’ê Cotmehê û kampanya Tîrêjên Rojê agahî da.

PARÎS

Di çarçoveya pêngava azadiyê de bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJK-E) li paytexta Fransa Parîsê meş hat lidarxistin.

Meşa saet derdora 15.00’an de destpê kir. Kurdistanî piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê ber bi Qada Republique ve meşiyan.

Di meşê de pankartên "Ji Rêber Apo re azadî", "Jin Jiyan Azadî" û "Tîrêjên Rojê" hatin hilgirtin, alên PKK û TJK-E û wêneyên Abdullah Ocalan hatin hilgirtin.

Li pêşiya çalakiyê pankarta "Jin Jiyan Azadî" a bi tîpên mezin hatibû nivîsandin hat hilgirtin.

Li pêşiya Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ku li ser rêya meşê ye, ji bo bîranîna şehîdên azadiya şoreşa Kurdistanê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9’ê Çileya 2013’an de hatin qetilkirin, deqeyek rêz hat girtin. Girseyê timî dirûşma 'Şehîd namirin' berz kirin.

Di meşê de bi sedan belavokên "Ji Rêber Apo re azadî" li şêniyên Parîsê, esnaf û turîstan hatin belavkirin.

Meşa ku li Qada Republiqê destpê kir, li Parka Stalîngradê veguherî mîtîngê. Hevseroka Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) Xanê Akdogan axaftinek kir. Xanê Akdogan diyar kir ku çalakiyên li dijî Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê di çarçoveya pêngava "Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” girîng in û wiha domand: “Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were em ê li qadan bin. Di vê pêvajoyê de em ê bi şîara Tîrêjên Rojê li her derê felsefeya Jin Jiyan Azadî ragihînin. Sedsala 21’an wê bibe sedsala jinan. Komploya 9’ê Cotmehê careke din şermezar dikim.”

Xane Akdogan banga beşdarbûna 'Konsera Piştevaniya bi Rêber Apo re' ya ku wê di 19'ê Cotmehê de li Parîsê bê lidarxistin, kir. Çalakî bi dirûşmeya "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

STUTTGART

Li bajarê Stutrgart ê Elmanyayê komploya navneweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protestokirin. Bi hezaran Kurdistanî beşdarî çalakiyê bûn û berteka xwe nîşanî tecrîdê dan. Beşdaran bangawaziya dawîlêanîna êşkence û bêhiqûqiyê kirin. Hevserokê KON-MED’ê Kerem Gok axivî û wiha got: “Rêber Apo ev 26 sal in di bin pergala êşkence û komkujiyê de dijî û ev çar sal e jî ne parêzerên wî ne malbata wî ne jî gel û sazî ji wî agahiyan nastînin. Encax bi berxwedana domdar em dikarin tecrîd û komployê vala derxin.”

Meşa ku li Lautenschlagerstraße bi rêzgirtinê dest pê kir bi dirûşmeyan heta Marienplatzê berdewam kir. Di tevahiya meşê de broşurên Elmanî ji aliyê ciwanan ve hatin xwendin û belavkirin. Di broşuran de bal kişandin li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd û zextên li ser Gelê Kurd. Bi dirûşmeyîn Elmanî, Kurdî û Tirkî silav dan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna gerîlayan.

Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut got “Tecrîd û îzolasyon her ku diçe girantir dibe. Ev çar sal in em ji Rêber Apo agahiyan nastînin. Dirûşmeyeke ku bi salan e em bilind dikin heye. Em ji Rêber Apo agahiyan nastînin.”

Çalaki bi daxuyaniya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJKE) dewam kir. Li ser navê TJK-E’yê Pervîn Azadî daxuyanî xwend û banga dawîkirina bêhiqêqiya li Îmraliyê kir.

Pervîn Azadî, behsa armanca kampanyayê kir û got armanc tevkariya li peydakirina çareseriyeke adîlane û mayînde ya ji bo pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê ye.

Perwîn Azadî bang li Sekretrê Giştî yê Konseya Ewropayê, CPT, Konseya Mafê Mirovan a Ewropayê û hemû saziyên din kir ku destûrê bidin Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinan bike.

Perwîn Azadî herî dawî diyar kir ku bi çalakiyên ‘Ji bo Abdullah Ocalan Rojên Çalakiyê’ yên di navbera 1-10’ê Cotmeha 2024’an de dê vê meseleyê bigihînin raya giştî ya cîhanî.

NANTES

Li bajarê Nantes ê Frensayê bi minasebeta salvegera pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” û komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê, ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Nantesê (CDK-N) meşek hat lidarxistin. Meşa ku li Palce de Commercê destpê kir, li Place de Royalê dawî bû.

Piştî meşê li ser navê CDK-N’yê Zinar Kawa axivî û wiha got: “Em ê heta ku Rêber Apo rizgar bibe meşa xwe bidomînin. Wek kesên ku li Rojhilata Navîn azadî û aşitiyê dixwazin em ê li dor fikrên Rêber Apo kom bibin. Dê tecrîda mayinde bişkê û Rêber Apo azad bibe.”

Herî dawî Hevseroka CDK-N’yê Gulasor bi Fransî daxuyanî da û bang li hemû dostên Fransî kir ku li dijî Komploya 9’ê Cotmehê piştgiryê bidin Kurdan.

SAARBRUCKEN

Li Saarbruckenê bi pêşengiya TJK-E Saarland û Meclîsa Gel ve meş hat lidarxistin.

Di çalakiyê de Komploya 9’ê Cotmehê hate protestokirin û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyam hatin dayîn.

KIEL

Tecrîda Îmraliyê û Komploya 9’ê Cotmehê li bajarê Kiel ê Elmanyayê hate protestokirin. Çalakî ji aliyê aktivîstên Defend Kurdistan, Jiyana Jîn û Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk ve li Hauptbahnhofê Kielê destpê kir. Meş li pêşiya Kirche St Nikolai ya li Alter Mark ku cihê herî qelebalix ê bajêr e bi dawî bû.