Di civaknasiya Kurd de paşeroja dîroka xiyanetê -1

Hevkariya domdarî û Kurdê xayîn, penceşêra gelê Kurd e. Bi rastî jî bê ev penceşêr çiqasî kujer e di tevahiya dîroka gelê me de bi encamên trajîk re hat dîtin.

LI KURDISTANÊ XIYANET

Ev gel, bi tercîhên di nava herkîna merhaleyên dîrokî ku tê de jiyaye xwe afirandiye yan jî bi bersivên daye şert û mercûn rû bi rû maye û bi sekna xwe diyar kiriye. Ji bo vê ya pêwîst pîvana tiştên ku dinirxîne û asta hişmendiya ku vê pîvanê diyar dike ye. Gelê Kurd ê ku yek ji gelên resen ê Rojhilata Navîn e, xwe dispêre pêkhateyên civakî yên ku li ser hatine avakirin, nirxên civaka neolîtîk û xwezayî bi kûrahî jiyaye; di vê wateyê de li ser hîmê hişmendiya azadiyê, exlaq û rêgezên ku wê afirandine. Ev rastî hêmana sereke ya aliyên civaknasiya gelê Kurd e ku li ser esasê exlaqê azadiyê li ber xwe dide û xwe ji nû ve diafirîne. Bi pêşketina şaristaniya dewletî ya li ser bingeha desthilatdariyê re, rêbaza parastina xwe ya li hemberî pergala desthilatdar a serdest a mêr, demeke dirêj jiyana di nav eşîran de tercîh kiriye; carinan, sentezkirina bi eşîrên din re li ser nirxên civaka xwezayî ku di nava xwe de vedihewîne dest bi avakirinên nû kir û ev rê li ber pêşketinên dîrokî yên girîng vekir.

Bi taybetî berxwedana di formên eşîran de ya li hemberî hêzên şaristaniya wêranker ên wê serdemê, bû sedem ku hêzên mezin ên wekî Asûriyan bi ser bikevin. Gelê Kurd ê ku alîgirê şaristaniyê bû û nedixwest xwe bi awayekî navendî li ser bingeha desthilatdariyê birêxistin bike, li hemberî êrîş û çewisandinên ku pêş diketin, li ser esasê Medan a rêxistina konfederalîzma eşîrî ava kir; dema ku nirxên exlaqî li ser bingeha Zerdeştî şênber kir, rast dîtiye ku wê bi gelên din re weke rêgezeke hebûnê pêş bixe û nasnameya xwe jî biparêze. Di hemû pêşketinên dîrokî de ev taybetmendî weke xisleta genetîkî ya gelê Kurd e.

Lê belê tevî vê nêzîkatiya ku di nav gel de pêşketiye jî ev alî Rêber Apo vê yekê di parêznameyên xwe bi berfirehî rave kiriye, arîstokrasiya eşîrî ango bi pêşketina çînayetî re pêkhateya jor bi dewlet û pêkhateyên desthilatdariyê re li hev kirine û hevkarî di taybetiya avakirina civakî ya me de bûye dîrokek domdarî. Di vê wateyê de lêgerîna ku li ser esasê hevkariyê weke qutbûneke civakî, hem li hemberî nasnameyeke ku li ser esasê nirx û exlaqê azadiyê pêk hatiye bibe hêz, ne tenê zerar daye nasnameya xwe, hem jî ji desthilatdariyeke navendî wêdetir, li ser bingeha hêzê rê li ber domandina nêzîkatiyên teng û berjewendiyan vekiriye.

Rêber APO di aliyê Kurdan de Enkîdûyê ku bû hevalê Gilgamêş ê qralê dewleta bajar-dewleta Sumeran, weke mînaka şênber a xiyaneta yekem a gelê Kurd nîşan dide. Enkîdû şertê ku Humbaba yê ku yek ji rêberên jîr ên Kurdan e bikuje datîne pêşiya Gilgamêş û bi terikandina civaka xwezayî taybetmendiyên hevkarî û xayîn ên xizmeta desthilatdariyê çêdike. Bala xwe bidinê, li vir îxaneteke du alî heye. Yekem; li ser bingeha xwe înkarkirinê xizmetî hêzên desthilatdar dike, duyemîn; ji bo îxaneta xwe veşêre civaka xwe ber bi komkujiyê ve dibe. Yanî xiyanet tenê bi ferd ve ne sînorkirî ye, li ser bingeha civakbûna ku nasnameya wî ava dike ji holê rake. Çima wisa ye? Ji ber civaka ku xiyanet lê kiriye hebûna xwe bidomîne û bi nasnameya xwe bijî, wê xiyaneta xiyanetkar her tim li holê be. Dema ku li hemberî xwe û nasnameya xwe îxanet bike, ger wê ji holê rabike xerabiya wî nayê fêmkirin, lê bi her awayî dikare xwe têxe bazarê. Taybetmendiya îxanetê ew e ku mirov pişta xwe bide pîvanên wê; loma  li hemberî rêgezê bi kîn e. Yanî ger li holê rastî hebe, xeletî bê çiqasî xelet e wê her tim bê zanîn; lê eger em rastiyê ji holê rakin, wê demê xeletê nayê zanîn û xeletî dikare bi hêsanî şûna rastê bigire.

Ji ber vê sedemê, her çendî ku rêxistina civakî ya kevneşopiya Zerdeştî ya ku li ser avahiyên xweser ên bi şeklên eşîrî û konfederasyonan hatiye avakirin jî, ji Enkîdû bigire heta Harpagos ê ku xayintî li Qralê Medan Astiyag kir û bi derbeyeke qesrê desthilatdarî da Persan, ji wir jî ji serdemên serhildanê heta Yezdanşêran, Rayberan re vher cure xiyanetên takekesî, êrîşên li hemberî civaka xwe xizmeta dijmin dikin û heta çîna jor ne ji bo rêxistinkirina gelê xwe ji bo berjewendiyên xwe xizmetê ji dewletên desthilatdar re dikin, xeta xiyanetê di rastiya gel de weke Kurdê hevkar-xayîn hebûna xwe domandiye. Penceşêra gelê Kurd, Kurdê hevkar-xayin hebûna xwe domandine. Bi rastî jî bê ev penceşêr çiqasî kujer e di tevahiya dîroka gelê me de bi encamên trajîk re hat dîtin.

DERKETINA PDK’Ê WEKE NASNAMEYEKE SPÎ YA KURD Û XIYANETA BÛYE NASNAMEYEKE SAZÎBÛNÊ

Di merhelaya ku netewebûn ji bo gelên cîhanê pêş dikeve de tundiya êrîşên derve, polîtîkayên piştgirtiyê yên beşên hevkar-arîstokrat, nebûna rêbertî û pêşkenetina asta hişmendiyê û rastiya netewbûn bi têra xwe pêk nehat û bi pêkhateyên netew-dewletê yên heman serdemê re li hev hatin, şert û mercên hebûna gel zehmet kirin. Gelê Kurd ku xwe li ser bingeha eşîrên qismî otonom diparêze, bi taybetî di demên dawîn ên Împaratoriya Osmanî de, piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, tercîha xwe ya ji bo afirandina yekîtiyeke hevpar a Anatolya-Mezopotamya bi gelên Tirkiyeyê re pêş xist, ji ber komên bêhiş û hevkar ên diyarker, nufûsa herî mezin a ku li Rojhilata Navîn weke netewe nedihat pênasekirin, hebûna wê li Lozanê hatiye înkarkirin, welatê wan bi pêşengiya Îngiltereyê di nava pêkhateyên netew-dewletê yên li herêmê de hatiye parçekirin û bi awayekî hovane bi qirkirinê re rû bi rû hat hiştin.

Bêguman, nebûna rêbertî û di warê hişmendiyê de kêm, hevkaran ku li ser navê nûnertiya Kurdan li Lozanê mafên gelan daxwaz nekirin û piştre serhildanên pêşketin ji aliyê nîjadperestên Tirkên spî yên ku wek nasnameya Tirk a çêkirî teşe girtibûn ve hatin şikandin. Ev merhaleya herî trajîk a dîrokê ye. Weke ku Rêber APO bi zelalî diyar kir û pênase kir ku bi pêkanîna siyaseta Îngîlîz a li herêmê gelê Kurd li aliyekî bi înkarkirinê re û welat kirin çar parçe gel teşwîqî serhildanê kirin û ev yek komploya 1925’an bi xwe re anî û ev rastî siyaseta qirkirina li ser gelê Kurd derxist holê. Netewe dewletên ku heta Şerê Cîhanê yê Duyem li herêmê bi parçeyên biçûk hatibûn parvekirin, bi polîtîkayên xwe yên nîjadperestên çêkirî û bi hevkarî, weke astengên herî mezin ên li pêşiya pêşketineke serbixwe û azad li Rojhilata Navîn hatin avakirin. Ev pêvajo di dawiya Şerê Cîhanê yê Duyemîn de derbasî qonaxeke bilindtir bû. Di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de li ser navê hêzên hegemonîk ên navneteweyî li ser esasê zilma faşîzma Hîtler a li ser gelê Cihû û parçebûna Filistînê şert û mercên netewe dewleta Îsraîlê amade kirin û gelê Cihû neçarî vê yekê kirin. Teşwîqkirina wan ji bo birêxistinkirina li ser bingeha netewe-dewletê, nîjadperestiya Îsraîlê kirin sedema pevçûna li herêmê, divê em vê pêvajoyê baş fêm bikin.

Rêbertî di parêznameya xwe de diyar dike ku siyaseta Îngilistanê weke avahiyeke ku netew-dewleta Tirk û netew-dewleta Îsraîlê zindî bihêle hatiye afirandin. Bingeha vê pêkhatinê komkujî û qirkirina Kurdan e; ev rastiyeke ku Kurd di bin zextê de dibin û di her pêngavê de Kurd weke qurbaniyên yekem tên destnîşankirin. Ev pirsgirêkek e û bêguman dê hewcedariya lênihêrîna xwe eşkere bike. Di sala 1948’an de Îsraîl hat îlankirin û Neteweyên Yekbûyî di sala 1949’an de bi fermî wê qebûl kir. Di heman pêvajoyan de, ji bo ku gelê Kurd xwe bi awayekî xweser xwe rêxistine neke û rê li ber daxwaza azadiyê bê girtin, ji bo pirsgirêka heyî bê domandin, di pey re eyarê bidin dewletên herêmê û bi gelên herêmê re di rewşa pevçûnê bihêlin, hevkarên ku em dikarin weke Kurdên spî pênase bikin rêxistin kirin.

Di vê nuqteyê de li ser gelê me yê ku nekariye pêşketin û rêbertiya xwe ya îdeolojîk ava bike, di bin înkarkirina nîjadperestên Tirk û herêmê de, qirkirineke çandî ya giran û fizîkî ya li ser gelê me, bi awayekî sazûmanî siyaseta hevpar hatiye ferzkirin. Hem ji bo afirandina pirsgirêkê, hem jî ji bo çareseriya pirsgirêkê û hem jî ji bo berdewamiya xitimandina bi navê xizaniyê, bi derxistina xeta xiyanet û hevkariyê dixwazin pêşî li daxwazên azadiyê bê girtin. Serdema damezrandina Îsraîl, pêvajoya damezrandina PDK'ê wekî nasnameya Kurd a spî ye. PDK di sala 1946'an de hat damezrandin. Bi îhtîmala ku tevgera azadiyê û têkoşînê ji bin kontrola siyaseta Anglo-Sakson derkeve; bi navê Kurdewariyê hewldanek e ku Kurdan bindest bikin û pêşî li pêşketina wan a civakî bigire PDK’Ê avakirin. PDK di asta navneteweyî de berhema vê siyasetê ye.

Malbata Barzanî di vê yekê de roleke diyarker lîst, weke komplo û xapandina herî mezin a li dijî gelê Kurd hat ferzkirin. Lewma di bingeha wê de îxanet heye. Rêbertiya me destnîşan dike ku li hemberî tevgera gelên Rojhilata Navîn a ji bo azadiyê û pêşxistina rêxistina xwe ya alternatîf, polîtîkaya Anglo-Sakson a li herêmê ji aliyê dewleta netewe ya Tirk û Îsraîl ve weke polîtîkaya komployê hatiye ferzkirin. Lingê sêyem jî damezrandina PDK'ê ye ku li derdora Barzaniyan nasnameyeke sazûmanî hatiye avakirin, bi vî awayî nasnameyeke Kurdewarî ya çêkirî û nîjadperestiya Kurdê spî, yanî hevkar ku dûrî rastî û azadiya gel e û nîjadperestiyê weke weke netewe dewleta Kurd di dewrê de dihêlin. Weke tevgera azadiyê, gelê Kurd û heta gelên herêmê divê em vê rastiyê bi kûrahî fêm bikin. Pênaseya rast a pêşketina wê ya dîrokî, pêkhatina civakî û pirsgirêkên wê, şansê çareseriya rêya azadiyê ye; berovajî vê yekê rê li ber qurbaniya planên komployê vedike.

Di nava rastiya dîrokî de cudahiya sereke ya PDK-Barzanî û komên din ên hevkar ew e ku xiyanet li ser bingeha hevkariyê bûye xwedî nasnameyeke sazûmanî û ji bo pêşîlêgirtina pêşketina azadiya netewî weke rêxistineke komployê hatiye pêşxistin.

Erka sereke ya PDK’ê ew e ku rê li ber pêvajoya azadî û netewebûna Kurdan bigire, weke hebûnê Kurd û welatê wan weke amûreke polîtîk têxe xizmeta kujerên xwe. PDK a Barzanî ku pêkhateyeke hevpar a çanda feodal-eşîrî ye, di qonaxa qeyrana sîstemî ya ku ji ber Şerê Cîhanê yê Duyem derketiye û rê li ber lêgerîna azadiyê li cîhanê bû sedema pêşketina tevgerên ekolojîk ên weke azadiya jinê, azadiya çandî û mafê azadiya nasnameyên etnîkî yên li derveyî desthilatdariyê hişt vekir û di vê mehaleyê de bi avabûna xwe ya nîjadperestî polîtîkaya bikaranîna gelê Kurd bi tengkirina qada azadiyê meşand. Ev rewşa herî metirsîdar a dîroka me temsîl dike, her tim girêdayî çavkaniyên biyanî, veşartî bi dewletan re, komployên li ser bingehê siyasetê ne û dînamîkên guhertina herêmê ne li ser berjewendiyên gelê Kurd, li ser esasê berjewendiyên xwe dinirxîne û ev jî bi rastî jî gelê me ji azadiyê dûr dixe.

Di rastiyê de meylên azadiyê yên ku li cîhanê bi taybetî salên 1960’î pêş ketin û li Rojhilata Navîn têra xwe bertek derketin holê. Ji ber ku siyaseta înkarê bi tundî berdewam dike û Kurmancî nikare xwe bi awayekî neteweyî pênase bike. Her wiha rêxistina PDK’ê pêwîstiya gelê Kurd a azadiyê ji nedîtî ve tê û di vî warî de rê li ber avakirina dezgehên cuda cuda digire. Di vê pêvajoyê de meyla azadiyê û pêdiviya rêxistinbûnê ya ku li Bakurê Kurdistanê pêş ket, hewl da xwe birêxistin bike, lê ketin xefikên komploya PDK’ê û ev pêvajo vala derneket. Ji Dêrsimê Sait Kirmizitoprak –Dr. Şivan û hevalên wî ji bo piştgiriyê ji PDK'ê werbigirin û bingeheke perwerde û rêxistinî ya ku li ser sînor tevgera gerîla pêş bixin, bi PDK'ê re ketin nava têkiliyan, ev trajediyek bi xwe re derxist holê. PDK'a Bakur jî ku di şexsê Saît Elçî de li herêma Botanê bi cih bû, di heman meyldariyê de ye. Saît Elçî vexwendibû civînê, bi komploya Heftanîn û Metîna di kemînê de qetil kir, Saît Kirmizitoprak ji vê rewşê berpirsyar dît, girt û qetil kir, hevalên wî jî ji hev belav kir. Mistefa Barzanî ji rêveberiya dewleta Tirk re not nivîsî û diyar kir ku ew ê Saît Elçî bêbandor bikin; ev îxanet hatiye belgekirin. Şaşitiya herî mezin a gel û tevgerên Kurd ew e ku bi salan e PDK wek tevgereke netewî nas kirine. Lê mantiqa damezrandina PDK'ê ew e ku bi bikaranîna nasnameya neteweyî vê komploya xapandinê bi bandor bike û rê li ber pêşketina tevgereke neteweyî ya rast bigire.

Meyla netewî ya li Bakur û Rojhilatê û jiholêrakirina gelek komên ku li ser vê bingehê xwe birêxistin dikirin, ji aliyê PDK’ê ve pêk hat. Qasimlo yê ku demeke dirêj li Qendîlê, sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bi cih bû, bi gelek komployan re rû bi rû ma û qetilkirina wî li Fransayê berhema heman siyasetê ye. PDK'ê nebûna pêşengek neteweyî yê bihêz veguherand firsendekê û şert û mercên pêkhateyeke leşkerî ya mezin li Başûrê Kurdistanê  li ser bingeha daxwaza gelê me yê azadiyê pêk hatiye, lê ji ber ku di çarçoveya polîtîkayên NATO'yê de cih girt, pêşiya hêza leşkerî ya tekoşîna azadiyê ya gel girt. Di rastiyê de, ji ber Emerîka û Îran piştgiriya xwe kişand,  Îsraîl jî ji ber peydakirina şert û mercên siyaseteke bibandor dem bi dem nedît, Mistefa Barzanî di civîna 1975’an de biryara belavkirina artêşa 100 hezar pêşmerge girt û ew kirin penaber. Bi vî awayî hem siyaseta xwe ya girêdayî derve danî holê hem jî bawerî û hêviya gel a têkoşîn û rizgariyê di nava gel ji holê rakir û gel mehkûmî bêhêvîtiyê kir. Bi rastî jî bandora vê pêkanîna bi navê “aş batal” hê jî di bîra gelê Başûrê Kurdistanê de ye.

BARZANÎ HÊZEKE KONTRA YE

Bêguman gelek xebet hene ku li ser rastiya koka Barzaniyan hatine kirin ku heqîqetê derdixînin holê. Bi taybet heta salên 1800'yî wisa tê zanîn ku Barzanî Cihû ne. Piştî salên 1800'yî nasnameya xwe ya rast veşartine û destpêkê di nav terîqeta Neqşebendiyê ya Sunnî-Îslamî bi cih bûne û bi demê re wekî malbetaka herî Kurdperwer derketine pêş û li ser vê esasê bi feraseta qebîletiyê bingeha rêxistinên siyasî yên herêmê danîne. Bêguman Cihûbûn ne tewanek e; gelê Cihû jî yek ji gelên herêmê ye. Lê belê, dûrketina ji eslê xwe û lixwenixumandina nasnameyek nû tawan û komplogerî ye. Ji aliyekê ve nasnameya Sunnîtiyê ji aliyê din ve Kurdperwerî bûne amûrên siyaseta Barzaniyan. Mirov nikare rastiya Barzaniyan tenê bi hevalbendiyeke jirêzê pênase bike; nexasim Barzanî, li ser bingeha tolhildanê ji gelê me û ji gelên herêmê berê xwe didin polîtîkayên herî xirab. Helbet divê mirov vê yekê bes wekî mekanîzmayeke rêvebirinê nefikire. Malbata Barzaniyan, hewla wê yekê daye ku di pişt perdeya KDP'yê de di nav civakê de bingeha çanda hevalbendî û xiyanetê bi cih bîne. Li ser vê esasê, têkiliyên bi hêzên siyasî, çandî û derveyî re siyaseta têkbirina gel e û vê siyasetê hîn jî didomîne. Çinku PDK a Barzaniyan, esas gelê Kurd biçûk dibîne û dijminahiya gelê Kurd dike. Malbata Barzanî hêzeke kontrayî ye ku li ser bingeha siyaseta NATO'yê hatiye avakirin.

Xweseriya fikra Rêberê me, li ser esasê azadiya gelê Kurd û gelên herêmê pêş dikeve ku NATO’yê qedera wan li ber rehma PDK’ê hiştiye. Yanî weke rastiyeke ku armancên avakirina PDK’ê pûç dike.  Sedema êrîşên li ser Rêberê me û tevgera me tên kirin ev e.Rêber Apo, berteka ku hêzên nîjadperest ên tundrew û bikaranîna PDK’ê hîn di merhaleya pêkhatina tevgerê de wiha şîrove dike: Ji merhaleya komî heta derbeya 12'ê Îlonê, êrîşên tasfiyekirinê yên li dijî PKK'yê, ligel hêzên Gladîo lê bi giranî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên wekî MÎT, emniyet û cendermeyan ve tê birêvebirin. Her wiha ji ber ku nehiştin pêş bikeve, koma me bi qasî rêxistinê nehatiye zanîn. Koma me wekî berdewamiya  THKP-C'ê hatiye nirxandin û wisa maye. Wisa hizir kirine ku dema THKP-C tasfiye bû dê koma me jî belav bibe. Lê piştî 1975'an, dema ku zanîn koma me serbixwe ye, bi rêya PDK’ê û bi destê Stêrka Sor midaxele hat kirin û wisa tê zanîn ku Alaattîn Kapan ê ku Hakî Karer qetil kirî di vê midaxeleyê de cih girtiye. Ev yek teqez e ku PDK hêj ji destpêka xwe ve bi Îsraîl û NATO’yê re peywendîdar e û li tevahiya Kurdistanê wekî rêxistineke çavdêriyê tê qebûlkirin û piştgiriya wê tê kirin. Mirov dikare bibêje ku di bin kontrola Gladîoyê de ye û bi taybet piştî 1961'ê bi piştgiriya Gladîoya Tirk jî xwe bi çek xistiye û berê wê dane raperînê. Dê were piştrastkirin ku heman piştgirî bi rêya Şahtiya Îranê jî berdewam bûye. Lewma gelek giring e tê dîtin ku bi rêya PDK’ê midaxeleya li ser komên çepgir ên li Kurdistanê bi piştgiriya nerasterast a Gladîoyê pêk tên." Ev pênaseyeke têra xwe eşkere ye.

PDK a Barzaniyan berî ku bigihêje asta partiyekê, hêzên hegemonîk ew derxistin pêş. Û li dijî tevgera gerîla ya ku Rêberê me xwest piştî derbeya 12'ê Îlonê li Rojhilata Navîn bi cih bike her tişt kir. Di sala 1981'an de komên ku li ser sînorê derbas dibûn diketin kemîna PDK’ê û şehîd dibûn. Di vê çarçoveyê de nexwestiye ku hêzên gerîla li Başûrê Kurdistanê baregehan ava bike û li dijî vê polîkayê bi rê ve birine. Bi ser de jî bi dewleta Tirk re têkiliyên xwe xurt kirine ku ji bo tevgereke xwedî nasnameya azad a netewî tasfîye bikin. Piştre, wekî Rêberê me jî tîne ziman, dema ku biryara têkoşîna çekdarî hat dayîn, Mesûd Barzanî diçe ba Rêbertî û daxwaz dike ku pêngaveke wiha neyê avêtin. Piştî ku daxwaza wî bi cih nehat, hem di qada civakî hem jî ya leşkerî de, hewlên mezin ji bo şikandina tesîra PKK'yê da. Xiyaneta sazûmanî; ango bi tevahî li gor pêdiviya avabûna xwe tevdigere. Malbata Barzaniyan ku heta salên 1990'î bi komployan hewl da pêşiya pêşketina tevgerê bigire, nekarî pêvajoya netewebûna nû ya gelê Kurd a bi nasnameya "Kurdê Azad" asteng bike.

Netewbûna bi pêşengiya Rêberê me pêş ketî wekî "netewbûna demokratîk" tê pênasekirin. Heman pêvajo rastî dema krîza navneteweyî û midaxeleya li Rojhilata Navîn hat. Piştre bi geşbûna Şerê Kendavê, PDK wekî rêveberê Kurdistana Başûr hat diyarkirin. Rêber Apo derbarê vê yekê de wiha dibêje: "Yek ji armancên sereke yê Şerê Yekemîn ê Kendavê (1990) di rêya avakirina netewdewleteke Kurd de gavavêtinek bû. Heger em Şerê Kendavê yê piştî salên 1990'î ku li Rojhilata Navîn dest pê kirî wekî versîyoneke "Şerê Sêyemîn ê Cîhanê" binirxînin em ê bibînin ku ji Împaratoriya Osmaniyan a ku piştî Şerê Yekemîn ê Cîhanê têk çûyî wekî prototîpeka piçûk a Îsraîlê netew-dewleteke Tirk hat avakirin, Piştî Şerê Duyemîn ê Cîhanê Dewleta Îsraîlê ya esas hat avakirin û dê ji versîyona "Şerê Sêyemîn ê Cîhanê" jî wekî amûra sereke ya ewlehiya Dewleta Îsraîlê netew-dewleta Kurd a prototîpa Îsraîlê bê avakirin. Lewma, piştî salên 1990'î, di serî de hêzên hegemonîk ên modernîteya kapîtalîst (DYE, YE, Japonya û hwd), hatiye xwestin ku bi piştgiriya Îsraîl û Tirkiyeyê avakirina netew-dewleteke Kurd li dijî PKK'yê weke alternatîf bê avakirin. Şerên Gladîo yên bi piştgiriya NATO'yê piştî salên 1990'î li dijî PKK'yê hatin kirin vê rastiyê nîşan didin. Tê xwestin ku pêşiya armanca PKK'yê ya li seranserê Kurdistanê bi "netewperweriya gel" belav bûyî bi nîjaperestiya dewletî bigirin û wê tasfiye bikin. Lê tevî hemû kiryarên wan, tecrubeya şerê gel ê şoreger ê piştî salên 1990'î, rê li ber armancên van hêzên hegonomîk ên Rojavayî, Tirkiye û Îsraîlê yên li ser Kurdistanê ku piştî Şerê Sêyemîn ê Cîhanê dabûn pêşiya xwe girt.

Hem wekî têgeh hem jî wekî diyarde wiha bû. Her ku têgeha Netewa Demokratîk pêş diket ev rastî jî baştir xuya dibû. Ev xuyabûn bi Şerê Duyemîn ê Kendavê re (2003-2010) bû rastiyeke berbiçav. Wekî ku Rêberê me jî tîne ziman, malbata Barzanî yek ji amûra bingehîn a şerên Gladîo ye ku bi piştgiriya NATO'yê rê didin. Li ser vê esasê têra xwe zelal û eşkere ye ku ka ew kî ne. Yanî nîjadperestiya dewletî ya ku bi pêşengiya PDK’ê li dijî neteweperweriya gelan tê avakirin di rastiya xwe de komployek e.