Girtiyên ji Rojava ji mafên bingehîn ên mirovî bêpar têne hiştin

Parlamenterê DEM Partiyê Kamuran Tanhan diyar kir ku li dijî girtiyên ji Rojava kiryarên xirap û cihêkarî bi awayekî sîstematîk dewam dike.

GIRTIYÊN ROJAVAYÎ

Parlementerê DEM Partî yê Mêrdînê Kamuran Tanhan anî ziman ku Rojavayiyên ku li girtîgehan ji mafên xwe yên herî bingehîn bêpar têne hiştin, rûbirûyê pêkanînên dijmirovî yên hikûmetê tên.

MAFÊN WAN ÊN HERÎ BINGEHÎN TÊN BINPÊKIRIN

Tanhan bi lêv kir ku hikûmet hewl dide bi kiryarên nemirovî yên li dijî Rojavayiyan tolê hilîne û da zanîn ku li girtîgehan hiqûq bi temamî tê binpêkirin û di nava tecrîdê de tecrîd tê sepandin. Tanhan, wiha got: “Girtiyên Rojavayî hem di aliyê hiqûqî hem jî aliyê aborî de pirsgirêkên mezin dijîn. Mafên wan ên herî bingehên tên binpêkirin. Pereyên ku ji aliyê malbatên girtiyan ve ji bo hesabê girtîgehan tê razandin, bi sûcdariyên bêbingeh ên wekî ‘fînansekirina rêxistinê’ dibe sedema binçavkirin û girtinan. Pereyên ku ji malbatên hemwelatiyên Tirkiyeyê ji bo girtiyên ku ji ber pirsgirêkên xwe yên wasî nikarin pêwîstiyên xwe yên madî pêşwazî bikin tên bi gotina ‘yên ku şandine ne biyanî ne’ tên zivirandin.”

REHÎN TÊN GIRTIN

Tanhan anî ziman ku kesên tên tehliyekirin jî nikarin azad bibin û wiha got: “Gelek ji wan dibin navendên bi şûnde zivirandinê û di şert û mercên giran de têne girtin. Di van navendan de bi darê zorê belgeyên bi şûnde zivirandina bi dilwazî didin îmze kirin; kesên ku qebûl nakin jî rûbirûyê gefên radestkirina komên paramîlter dimînin. Ev gef eşkere dike ku hêzên paramîlter amûra polîtîkayên şerê taybet in û di heman demê de li dijî gelê Kurd sûcê mirovahiyê dikin. Polîtîkayên girtîgehê yên Tirkiyeyê, li dijî mafên mirovan in û di rewşekî pir bi pirsgirêk de ye. Bi taybet li dijî girtiyên Rojavayî kiryarên xirap û cihêkarî bi awayekî sîstematîk dewam dike. Pêvajoyên hiqûqî, ceza bi awayekî neheq têne dirêjkirin û kesên tehliye dibin jî azad nabin. Ev kes ji mafên herî bingehîn ên edaletê bêpar têne hiştin û li girtîgehan rehîn têne girtin. Divê demildest ev kiryarên nemirovî yên hikûmetê li girtîgehan were rawestandin û rêz li hemberî mafên bingehîn ên mirovan bê girtin.”