Xezeba Zeytûnê: 2 çeteyên Tirk li Efrînê hatin kuştin

Odeya Xezeba Zeytûnê ragihand ku li gundê Dêr Belût ê navçeya Cindirêsê ya Efrînê 2 çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin.

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku yekîneyên wan roja 11'ê Tebaxê li gundê Dêr Belût ê navçeya Cindirêsê ya Efrînê kemîn danîn ber 2 çeteyên Feyleq El-Şam ên artêşa Tirk a dagirker.

Li gorî daxuyaniyê, çeteyê bi navê Xalid El-Hayik ê ji gundê El-Zekat ê gundewarên bakurê Hemayê û Ehmed Xetab ê ji gundê El-Hiwêz ê Sehil El-Xab hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku her du çeteyên hatin kuştin, ji destpêka dagirkirina Efrînê ve malên welatiyên Efrînê talan kirine û gelek kiryarên hovane kirine.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Em wek yekîneyên Odeya Xezeba Zeytûnê ji hemû komên çekdar ên ku axa Efrînê ya pîroz dagir kirine dibêjin; divê di zûtirîn demê de ji xaka pîroz a zeytûnê derkevin. Naxwe wê hemû bibin hedefa yekîneyên me."