BI DÎMEN

Xelkê Kobanê sersaxî da malbata Şehîd Çîçek Kobanê

Xelkê Kobanê serdana malbata Şehîd Çîçek Kobanê kir ku yek ji 5 şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê bû û di çalakiya li Basilê de şehîd ket.

Bi sedan kes ji şêniyên Kobanê berê xwe dan gundê Cibnê û sersaxî ji malbata Şehîd Çîçek Kobanê re xwestin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Eyşe Efendî axivî û got, "Çîçek Kobanê piştî berxwedan û têkoşîna li Kobanê berê xwe da Efrînê. Berxwedana Hêzên Rizgariya Efrînê hêviya vegerê ya xelkê Efrînê ye. Weke malbatên şehîdan em soz didin ku em ê heta dawiyê xwedî li şehîdên xwe derkevin."

Ji Rêveberiya Akademiya Emgîhan Cûdî ya Malbatên Şehîdan Silêman Silêman jî bi bîr xist ku Çîçek Kobanê di berxwedana Kobanê ya dijî DAÎŞ'ê de bi bandor bû, rahişt çeka azadiyê û tevlî gelek pêngavan bû. Silêman Silêman got, "Heta Berxwedana Serdemê li ber xwe da. Ji bo azadiya Efrînê têkoşiya û şehîd bû."

Birayê Şehîd Çîçek Kobanê, Ehmed Berekat jî soza şopandina rêya şehîdan da.

Bavê Şehîd Çîçek Hisên Berekat jî anî ziman ku heta çar parçe nebin yek, wê berdêlên giran bidin û got, "Em ê her çar parçeyan bikin yek. Îro nebe sibe, sibe nebû dusibe, wê her çar parçe bibin yek. Ma ne mirin careke, em ê jî li ser axa xwe bimirin. Em Kurd destê xwe bidin hev û em ê bi hêza xwe dijmin têk bibin."

Ji malbata Şehîd Çîçek Kobanê Mehmûd Beşar jî destnîşan kir ku Şehîd Çîçek nîşan da ku Efrîn ne bi tenê ye, ne bêxwedî ye û got, "Divê her kes zanibe ku ji destpêka tevgerê heta roja îro gelê Kurd xwedî îrade û berxwedanê ye. Vaye jin a Kurd şervan e, siyasetmedar e, jin a Kurd şehîd e, welatê xwe parastiye. Ew di xeta projeya Rêber Apo de dimeşe. Azadî misoger e."

Wesîqeya şehîd piştî ku hate xwendin, radestî malbata wê hate kirin.