Xelkê Kobanê: “Pêwîste em bi her awayî piştgiriya hev bikin”

Hikûmeta şamê hîna jî ferzkirina polîtîkaya birçîbûnê li taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û Şehba berdewam dike. Xelkê Kobanê bertek nîşanî vê siyasetê dan û gotin. “Em xwedî îrade ne, emê her tim têbikoşin.”

Hikûmeta Şamê li dijî Kurdên li taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiyê û Şehbayê dijîn bi rêbazê birçîhiştinê sûc dike û hê jî didome û zêde dike. Xelkê Kobanê li hemberî vê siyaseta dermirovî ya rejîma Sûriyê nerazîbûnên xwe nîşan dan û diyar kirin, “Em ê her tim pêştgiriya gelê xwe yê li Şêx Meqsûdê bikin.”

Şêniyê bi navê Xelîl Ebo derbarê sûcên ku hikûmeta Şamê dike axivî û got, “Ez dixwazim bi zimanê Erebî biaxivim ji bo ku her gelê çi Kurd, Ereb û çi zimanê ku li Sûriyê heyî û li Rojava jiyan dikin bizanibin bê ka hikûmeta Şamê sûc dike.”

Ebo di dewamê de diyar kir, "Di demekê de ku gelên li Sûriyê dijîn li benda daxwazî û hêviyekê ne, lê tu birçîbûnê di navbera kolanan de yan jî di navbera navçeyan de cihêkariyê çêdikî. Lê belê wan gelane tu carî ji ti kesî nexwestiye ku ji hev veqetin. Waye Rêveberiya Xweser li Rojava heye; rêveberiya ku li Rojava heyî ji ku derê ye? Ma ew jî ne beşeke ji Sûriyê ye? Tu carî ji kesî nexwestiye ku ji hev veqetin û tenê daxwaza biratiya gelan kiriye.”

Xelîl Ebo herî dawî xîtabê gelê Ereb kir û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Hey gelê Ereb, hûn ji bo me birane, hûn çawa dihêlin ku zarok di wan kolanan de bi rojan birçî bimînin. Hûn qebûl dikin ku zarokên we jî birçî bimînin, helbet na. Ez di şerê fedayî yê li Filistînê qewimî beşdar bûm; ma ez ne Kurdim, ew jî ne Erebin. Çawa ez çûm? Em jî bi mirovatiyê hîs dikin. Peyameke min a taybet ji gelên Ereb re, li rêveberiyên ku li Sûriyê dimînin û vê biryarê binpê dikin heye; bila zarokên xwe wek zarokê me bin û gelê Kurd tu carî ji hev qetandina gelan naxwaze. Em tenê rêveberiyeke xweser dixwazin. Rêveberiay Xweser tê çi wateyê, ji bo ku em bi hevre yek bin, ji bo ku em Sûriyeke federal bidest bixin û ez ji tevahî gelan dixwazim ku em di nav jiyaneke wekhev û biratî de bijîn.”

Şêniya bi navê Semîra Îbrahîm jî behsa rewşa ku li Şêx Meqsûdê diqewime kir û got, “Rewşa li Şêx Meqsûd heyî, ji xwe ne nan û ne jî madeyên sotemeniyê li gelê Şêx Meqsûdê hatiye belvkirin. Pêwîste em bi her awayî piştgiriya hev bikin da ku em bizanibin ku şaşbûn di ku derê de ye. Me her cûre astengî dît, me koçberî û her tişt qebûl kir, lê ji bo girtina van madeyên xwarinê tu kesî dengê xwe dernexistiye.”

Semîra her wiha bal kişande ser armanca vê siyaseta hikumeta Şamê û wiha dawî li axaftina xwe anî; "Hikumeta Şamê ji xwe dixwaze bi van kiryarên xwe Kurdan tine bike, lê em Kurd xwedî îrade ne têkoşîn bingeha me ye. Çi dikin bila bikin, em Kurd xwedî îrade ne û em tu carî li hember van kiryarên hikûmeta Şamê serî natewînin. Em xwedî îrade ne û emê her tim têbikoşin.”