Tirkmenên Minbicî ji Tirkiyeyê re gotin: Ji me dûr bin!

Yek ji Tirkmenên Minbicê Selahaddîn Mûstafa got , "Bila Tirkiye ji me dûr be. Heke hez me dikin bila neyên cem me. Em li vir bi xweşî dijîn."

Yek ji Tirkmenên Sûriyeyê Selahaddîn Mûstafa ji bajarokê Raî yê Babê yê Şehbayê ye. Di pêngava azadkirina Minbicê de kurê wî fermandarê Siwar Minbicê Botan Tirkmen di şerê dijî DAÎŞ'ê de şehîd bû. Piştî şehîdbûna kurê wî ji ber zilma DAÎŞ'ê li gel malbata xwe ji Minbicê derketine.

Mûstafa ku ev salek û nîv e li Minbicê dijî, tiştên ku li Babê bi destê Tirkiyeyê û DAÎŞ'ê bi ser wan de hate kirin, hevkariya DAÎŞ-Tirkiyeyê vegot û li dijî gefên Erdogan ên li ser Minbicê helwest nîşan da.

Mûstafa got, dema ku DAÎŞ'ê Minbic dagir kir Tirkiye hevkarî bi wan re kir û wiha dewam kir, "Wê demê çima nehat DAÎŞ dernexist lê niha çav berdayê. Niha Kurd, Ereb, Tirkmen em hemû bi hev re dijîn. Em pariyê nane xwe par ve dikin. Niha weke ku li Efrînê kirî, ku çûn ji Şamê milet kirin Efrînê, dixwaze heman tiştî li vir jî bike. Wê me Minbiciyan ji vir derxîne û kê bîne? Em naxwazin. Em ji halê xwe xweş in. Em bi rehetî dijîn, pêdiviya me bi tiştekî tine."

'DEMA KU DAÎŞ LI VIR BÛ TIRKIYEYÊ TIŞTEK NEKIR'

Mûstafa got, kirin ku ew ji Babê koç bikin, niha gefan li Minbicê dixwin û got, "Em ji Babê hatin Minbicê, ji ber ku pir bi ser me de hatin. Malên me xirab kirin. Mayin danîn û malên me hilweşandin. Em li derve man lê zivistan hat, stareke me nebû. Ji bo vê em hatin Minbicê. Li Minbicê xizmên min hene, em hatin Minbicê. Piştî ku em hatin Minbicê Tirkiyeyê li ser çiya û erden me baregeh danîn.

Em li vir in. Rehet in, baş in. Ji ber ku kes ji kesî re nabêje biçe, were. Her kes li ser karê xwe ye. Lê hikûmeta Tirk dibêjin ew dixwazin bikevin vir, me ditirsînin. DAÎŞ'ê 3 salan ev der dagir kir. Hikûmeta Tirk wê demê çima nedihate Minbicê lê niha dixwaze? Çima wê demê nehat û DAÎŞ nekir der, lê niha çav berdayê?"

'SEDEMA KU HETA NIHA DAÎŞ MAYE, TIRKIYE YE'

Yek ji kurê Mûstafa jî fermandarekî Siwan Minbicê Şehîd Botan Tirkmen e, ku di pêngava azadkirina Minibicê de yek ji fermandarê herî çalak bû û piştî pêngavê li ser xeta Minbic-Babê di şerê dijî DAÎŞ'ê de jiyana xwe ji dest da. Mûstafa li ser kurê xwe dibêje, "Piştî ku pêngava Minbicê qediya, nêzî 15 km'yî çûne rojavayê Minbicê. Wê demê Tirkiye ji wan re dibêje, ‘rawestin'. Êdî di navbeyna wan û hikûmeta Tirk de çi dibe nizanim lê DAÎŞ'ê bi ser wan de wesayiteke bombekirî şand û mala wan teqandin. 3-4 kes şehîd bûn.

Ne ji desteka Tirkiyeyê bûya niha DAÎŞ nemabû, li Sûriyê şer nemabû. Ên k şerê Sûriyê geş kirin û heta niha mala gel xira kirin ji Tİrkiyê tên. Bila Tirkiye destê xwe bikişîne, em gelên Sûriyê em ê bi hev bikin."

'TIRKIYE BI OTOBÊSAN ÇETE, BI TIR'AN ÇEK ANÎ'

Mûstafa bi domdarî got, "DAÎŞ dema hikim li Babê dikir hemû ji Tirkiyeyê dihatin. DAÎŞ'î bi otobûsan ji sînor dihatin. Peywira Tirkiyeyê ew bû ku wan bîne Raiyê û ew vedigeriyan.

Me dît, me didît. Li ser sînor dostên me, xizmên me hene. Niha bi Tirkiyeyê re didin û distînin. Qeçaxiyê dikin. Te dît rojekê qeçaxî sekini. Çima? Îro DAÎŞ'î wê biçin. Heftiyê rojekê ya DAÎŞ'ê bû. Tirkiyeyê bi xwe derî vedikir, bi serbestî digeriyan. Carinan bi carekê re 40-45 otobês dihatin. Piya bin 2-3 kesan mirov nabîne. Lê yên bi otobêsan? Bi TIR'an çek dianîn. TIR nayên dîtin?"

'ŞERÊ WAN Ê LI DIJÎ DAÎŞ'Ê SENARYOYEKE LI DIJÎ PENGAVÊN QSD'Ê YE'

Mûstafa dibêje, şerê dijî DAÎŞ'ê yê Tirkiyeyê senoryaye û wiha dewam dike: "Ji Tirkiyeyê dihatin û diçûn. Tirkiye pir hurmet da DAÎŞ'iyan, çima nizanim. Dawiyê li Raiyê belkî 3 mehan li hev xistin. Piştî ku Minbic ji hêla QSD'ê ve hate azadkirin li Raiyê OSO tevgeriya. Beriya ku OSO Raiyê bi dest bixse dihate Raiyê û dikete hundir. Bi şev jî DAÎŞ dihate hundir. Li vir hemû çekên xwe ji DAÎŞ'ê re dihiştin. Şerê hev nedikirin, cebilxaneya xwe ji DAÎŞ'ê re dihiştin. Tenê bi derewan gule davetin hev.

Di 3 mehan de Raî standin. Lê tim wiha dibû derketin-ketin. Diketinê çekên xwe dihiştin û diçûn. Ango li dijî DAÎŞ'ê tiştek nebû. Lê dema ku QSD van deran azad dike, dikeve tevgerê. Dibêje QSD Kurd in. Hemû ne Kurd in. Di nav de Ereb, Tirk, Çerkez, Asûr hene.''

'EGER TIRKIYE JI ME HEZ DIKE BILA NEYÊ VÊ DERÊ, NEYÊ CEM ME'

Selahaddîn Mûstafa pirsa "Çi karê Tirkiyeyê li Minbicê heye?" kir û got, "Em li vê derê bi xwişk û biratiyê dijîn. Her tiştên me tevî hev e. Ereb, Tirkmen, Kurd em bi xweşî bi hev re dijîn. Kurd kesî cihê nake. Herî zêde Ereb li vê derê kar dewr girtine. Reîsê me yê meclîsê ji gelê Ereb e. Eger li vir 3 Kurd hebin, 15 Ereb hene. 3 leşker Kurd bin, 15 leşker jî Ereb in. Tirkmen jî, Çerkez jî hene. Ermenî jî hene. Em di rewşeke aram de dijîn.

Eger Tirkiye ji me hez dike bila neyê vê derê, bila neyê cem me. Em li vê derê xêr û xweşî dijîn.

Ji destê Tirkiyeyê bê wê biçe heta Dêra Zorê. Berê hatin ev der talan kirin, 450 salî bû xwedî hikum. Dixwaze li heman serdemê evgere. Lê belê em wan naxwazin. Wê destê xwe dirêjî welatên Ereb ike. Gelo heta niha ti xêreke xwe ji bo welatên Ereb çêbûye? Gelo heta niha nîşan da ku ew Îslamî ye. Her tim zerar da. Bi gotina, 'Hûn Tirkmen in, em û hûn yek in' derewan dike û ciwanan dixapîne. Ancax 3 ji sedî yê gelên Sûriyeyê bi Tirkiyeyê re be. Ew jî ji ber ku xizmên wan li Tirkiyeyê hene, ji bo dîtina wan, ji bo berjewendiyên xwe dikarin xwe nêzî Tirkiyeyê bikin. Naxwe gelên Sûriyeyê ji Tirkiyeyê hez nakin. Ew bi xwe jî hez ji Ereban nakin û dibêjin 'Erebên pîs'."

DEWLETA TIRK HEZ JI TIRKMENAN NAKE

Selahaddîn Mûstafa anî ziman ku dewleta Tirk dibêje ew hez ji Tirkmenên li Sûriyeyê dike, lê hez nake û zerarê dide. Mûstafa got, "Tirkiye zerarê dide Tirkmenan. Eger ji Tirkmenan hez dike, heta niha ji bo Tirkmenan çi kiriye? Ti feydeyeke wan li Tirkmenan nîne.

Yanî Tirk û Tirkmen qet li hev nakin. Dema ku ew hatin, destpêkê Tirkmen derxistin. Osmaniyan destpêkê êrîşî Tirkmenan kir ku digot, 'Ev Elewî ne'. Li Tirkmenan da û ew ji Tirkiyeyê derxist. Li Sûriyeyê jî lê da. Niha jî dibêjin 'em xizmên hev in'. Piştre dor hate Ermeniyan. Niha jî dixwaze heman tiştî bîne serê Kurdan. Dor tê Ereban jî."

'BANG LI CÎHANÊ DIKIM; TIRKIYEYÊ JI ME VEGIRIN'

Selahaddîn Mûstafa herî dawî bang li cîhanê kir û got, "Dixwazim dengê xwe bigihînim cîhanê. Eger mirovahî û demokrasî li cîhanê hebe, wê çaxê Tirkiyeyê ji me vegirin. Me ji Tirkiyeyê rizgar bikin. Ev mesaja min ji bo hemû cîhanê, Neteweyên Yekbûyî, ji her kesî re ye. Eger bi rastî jî tiştekî ji bo wan girîng heye, bila me ji Tirkiyeyê rizgar bikin.

Em li vir birçî jî bimînin, em rehet in. Her tiştê me heye, rewşa me baş û xweş e. Tenê bila Tirkiye xwe nêzî me neke."