Hunermend Şêxmûs Demîr koça dawî kir
Hunermendê Kurd Şêxmûs Demîr, ku avakarê Koma Zerdeştê Kal bû li Elmanyayê koça dawî kir.
Hunermendê Kurd Şêxmûs Demîr, ku avakarê Koma Zerdeştê Kal bû li Elmanyayê koça dawî kir.
Hunermendê Kurd Şêxmûs Demîr ku bi navê Apê Şêxmûs dihate naskirin, li bajarê Gîssen ê Elmanyayê ji ber nexweşiyê koça dawî kir.
Şêxmûs Demîr ku sala 1953'an li gundê Taqa yê navçeya Mîdyat a Mêrdînê ji dayik bû, di sala 1993'an de koçî Elmanyayê kiribû.
Şêxmûs Demîr bi gelek stranên xwe yên weke 'Şengal', 'Barî Baranek Barî', 'Şehîd Mamed' û 'Dersim' xizmet ji çand û hunera Kurd re kir.
Yek ji xizmetên wî yên ji çand û hunerê re avakirina Koma Zerdeştê Kal bû.
Koma Zerdeştê Kal sala 1994'an ava bû û di nava hunera Kurd de bû xwedî cihekî girîng.
Cenazeyê Şêxmûs Demîr wê li goristana Xalbubê ya gundê Taqa bê veşartin.