TEV-DEM: Tirkiye kiryarên DAIŞ’ê berdewam dike!

TEV-DEM’ê êrîşên dewleta Tirk a li ser Şengalê şermezar kir, bal kişand ku ev berdewama êrîşên hov ên çeteyên DAIŞ’ê ye.

Navenda Têkiliyên Dîplomasiyê ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), têkildarî êrîşên dewleta Tirk a li ser Şengalê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrîşên dewleta Tirk berdewama êrîşên hov ên çeteyên DAIŞ’ê ya sala 2014 ne.

‘NAVENDÊN BAWERIYÊ TÊN XIRAKIRIN’

TEV-DEM'ê di daxuyaniya xwe de diyar kir çeteyên girêdayî Tirkiyeyê û bi alîkariya dewletga Tirk welatiyên Êzidî û Elewî neçarî Îslamîbûnê dikin û rê û resmên olî yên van her du pêkhateyan sînordar dike.

Komên çete her wiha deverên pîroz û perestgehan dişewitînin û wiha got: "Em bang li aliyên têkldar ên cîhanê dikin ku helwesta xwe li hemberî van destdirêjiyên Tirkiyeyê yên metirsîdar li Efrînê zelal bikin. Em piştrast dikin ku rizgarkirina Efrînê gava herî girîng e û divê hemû alî beşdarî pêkanîna wê bibin."

‘MINBIC MÎNAKA RASTEQÎN A BI HEV RE JIYAN Û RÊVEBERIYA XWESER E’

TEV-DEM'ê di daxuyaniya xwe de her wiha duyemîn salvegera rizgarkirina bajarê Minbicê pîroz kir û wiha got: "Em duyemîn salvegera rizgarkirina bajarê Minbicê li hemû pêkhateyên herêmê pîroz dikin. Bajarê Minbicê mînaka rasteqîn a jiyana hevbeş û mînaka rasteqîn a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e. Ji bo welatiyên Minbicê bi awayekî azad sîstema xwe ya rêveberiyê ava bikin û pêş bixînin em ê tê bikoşin. Bi vê boneyê em hemû şehîdên azadiya gelan bibîr tînin û em berxwedana leheng a li dijî rêxistina DAIŞ'ê û hemû komên terorîst silav dikin."

 ‘TIRKIYE LI DIJÎ GELÊN SÛRIYEYÊ SIYASETEKE METIRSÎDAR BIKAR TÎNE’

Derbarê rewşa dawî ya Sûriyeyê TEV-DEM'ê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku gelek hêz û aliyên ku bazirganiyê li ser çarenûsa gelê Sûriyeyê dikin, hewl didin pîlan û ajandeyên xwe pêk bînin û dibe di encama van pîlan û berjewendiya van hêzan de Sûriye parçe bibe.

TEV-DEM'ê her wiha kirinên van aliyên ku bazirganiyê li ser çarenûsa gelê Sûriyeyê dikin şermezar kirin û wiha pêde çû: "Bilindkirina ala Tirkiyeyê li ser axa welat û guhertina navê qad û deverên giştî û ferzkirina zimanê Tirkî li ser welatiyan, nemaze hewldanên zêdekirina herêmeke Sûriyeyê li nexşeya Tirkiyeyê, siyaseteke metirsîdar e û fektorekî li dijî yekîtiya gelê Sûriyeyê ye.”

TEV-DEM'ê bang li hêzên Sûriyeyê kir ku bi rihekî berpirsyar tevbigerin û rê li pêşiya vê siyaseta metirsîdar bigirin. TEV-DEM'ê destnîşan kir ku Bakurê Sûriyeyê bi îradeya xwe ya siyasî mînaka rasteqîn a parastina yekîtiya Sûriyeyê ye.

 ‘DEWLETA TIRK KIRYARÊN DAIŞ’Ê DIDOMÎNE’

Di dawiya daxuyaniya Navenda Têkiliyên Dîplomasî ya Tevgera Civaka Demokratîk de ev tişt hate gotin:

"Em piştrast dikin ku topbarana artêşa Tirk a dagirker li dijî Şengalê berdewama êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya havîna 2014'an e. Ev êrîş eşkera serweriya komara Iraqê û Başûrê Kurdistanê binpê dike. Em bang li hêzên Iraqê û Başûrê Kurdistanê dikin ku helwesta xwe li hemberî van destdirêjiyên li dijî gelê Şengalê zelal nîşan bidin û rê li pêşiya pêngavên komkujiya li dijî gelê Kurd û bi taybet Êzidiyan bigirin."